Artêşa Tirkiyê li navçeya Berê Garê êrîşî PKK ê kir

Artêşa Tirkiyê li navçeya Berê Garê êrîşî PKK ê kir

Balefrên dewleta Tirkiyê îro du caran çekdarên rêxistna PKK ê li navçeya Berê Garê a ser bi qeza Amêdîyê ve hedef kirin.

Çavkaniyên pêgeha Darka Mazî li Amêdîyê eşkere kirin, îro roja yekşemî 3/1/2021an, balefirên dewleta Tirkiyê, 2 caran çekdarên PKK ê li çiyayê Gare hedef kirin.

Dest nîşan kir, îro piştî nîv rojê balefirên şer ên dewleta Tirkiyê li saet 2:10 xolek navçeyên “serê çiyayê Bêsimtê û Serê Şkêra Kezankê” li navçeya Berê Gare bombebaran kirin.

Li gor wêneyên bombebaranê ku ji hêla çavkaniyên pêgeha me li Başûrê Kurdistanê ji me re hatîne şandin eşkere dibe ku cihên hatiye bombebaran kirin depoyên çekdarên rêxistna PKK ê bûne, lê heya niha nayê zanîn zirarên canî yên PKK ê di vê îrîşê de çi qas bûne.

Pustên heman beş