Di encama topbarana artêşa Tirkiyê de li Eyn Îsayê jinek û ciwanek birîndar bûn

Di encama topbarana artêşa Tirkiyê de li Eyn Îsayê jinek û ciwanek birîndar bûn

Hat ragihandin ku di encama topbarana artêşa Tirkiyê û komên çekdar a îro 3yê Çile bi ser bajarokê Eyn Îsa ya Rojavayê Kurdistanê de, 2 kesên sivîl birîndar bûn.

Topbarana bajarokê Eyn Îsayê îro dîsa dest pê kiriye û artêşa Tirk û komên çekdarên bi ser wê ve, bê navber derdora navenda bajarokê Eyn Îsayê û cihê Lîwaya 93an topbaran dikin.

Li gorî zanyariyên xwecihî, di encama topbaranê de jineke bi navê Letîfa EL-Şedad (45 salî) û ciwanê bi navê Qusey Hesen (23 salî) birîndar bûn.

Herdu birîndar bo nexweşxaneyên Eyn Îsayê hatin veguhestin.

Çavkaniyên herêmê radigihînin ku topbaran heta êvarê jî berdewam bûye.

Pustên heman beş