YNK ê ji nûve zanî alîkarîya wê ji bo PKK ê şaşêtîyeke mezin bû encam day

YNK ê ji nûve zanî alîkarîya wê ji bo PKK ê şaşêtîyeke mezin bû encam day

Herku diçe, çalakiyên bi guman yên rêxistina PKK ê li herêma Başûrê Kurdistanê pêtir dibin, li parêzgehîya Silêmaniyê agahî hene ku ev rêxistin li jêr navên cuda navendên roşenbîrî û civakî ava kirine, lê belê di rastî de, ew van navendan ji bo rakêşana zarokan û revandina wan bi kar tîne.

Pêgeha Elerebî Cedîd duh roja yekşemî 3/1/2021an, raporek li derbara liv û tevgerên rêxistina PKK ê li Silêmaniyê parvekir û têde behsa meseleya revandina zarokan û pêwendiyên Yekêtîya Nîştîmanî ya Kurdistanê li gel PKK ê kirine.

Di raporê de hatîye tesbît kirin ku rêxistna PKK ê li bajarê Silêmaniyê, di bin navê komele, kom, televîzyon, sînema, navendên roşenbîrî û saziyên cur bi cur de, zarokan direvînin û xelkê gij dike ji boy tundî û xerabkariyê.

Elerebî Cedîd ku pêgeheke bi bandore di qada medyaya Erebî de, li ser vê mijarê, bi parlementerê berê û çavdêrê siyasî, Ebdulselam Berwarî re axvî ye.

Ebdulselam Berwarî wiha got: li devera Silêmaniyê hinek wusa hzir dikin ku bi bihêzkirina PKK ê dikarin ziyanê li hevrikên xwe bdin, ji ber wê jî meydan bo xebatên PKK ê tê vekirin, lê belê partiyên ku li Silêmaniyê di xebetin, ji nûve zanîn ku alîkarîya wan ji boy PKK ê şaşêtî bû hatîye encam dayîn, ji ber ku zirara vê alîkaryê bi wan bi xwe ketîye.

Ebdulselam Berwarî her wiha got: PKK e ji şerê DAÎŞ ê ketîye Silêmaniyê  û kamp ji xwe re çêkir, zarokan dibin û dikin çekdar, armanca wan jî ew hikûmeta herêma Kurdistanê li ber çavên xelkê sivik bikin, ji ber wê jî di xwepêşandanên Silêmaniyê de êrişa baregehên partîyan û hikûmetê kirin.

Bi gotina wî çavdêrê siyasî, yên ku deriyên Silêmaniyê ji PKK ê re vekirin, niha dizanin ku karê wan xerab bûye û PKK e dixwaze bibe alternatîfa wan û xwe bi ser wan de bi sepîne.

Pustên heman beş