Vîrusa nû ya Koronayê gihîşt Îranê jî

Vîrusa nû ya Koronayê gihîşt Îranê jî

Wezîrê tenduristiya Îranê ragihand, vîrusa nû ya Koronayê li wî welatî jî hatiye tomarkirin.

Wezîrê tenduristiya Îranê, Seîd Nemekî îro ragihand, vîrusa nû ya Koronayê gihîştiye Îranê jî û kesekî ku ji Brîtanya vegeriyabû, bi wê vîrusê ketiye.

Seîd Nemekî li ser rewşa wî kesî jî got, rewşa wî baş e û li nexweşxanê hatiye razandin.

Ji aliyekî din, wezareta tenduristiya Îranê ragihand, di nav 24 saetên borî de 6 hezar û 113 kes bi Koronayê ketine û 98 kes jî bi Koronayê mirine.

Li gorî amarên fermî, heta niha li Îranê milyonek û 255 hezar û 620 kes bi Koronayê ketine ku 55 hezar û 748 kes ji wan mirine û milyonek û nêzîkî 30 hezar pêketiyên Koronayê jî baş bûne.

Pustên heman beş