Namzedê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo posta wezareta samanên siruştî Dr. Kemal Etrûşî eşkere kir ew ê ezmûna xwe ya 40 salî di warê neft û gazê de pêşkêş bike.
Îro roja sêşemî 05.01.2020an Dr. Kemal Etrûşî ji K24ê re axivî û eşkere kir wê wezareta samanên siruştî ligor asta navdewletî binecî û bihêz bikin. Kemal Etrûşî got; ‘’ Ez hêvî dikim wezaret di demeke kurt de pêş bikeve. Em ê xebateke taybet bikin. Em ê xebat û ezmûna xwe ta di 40 salî di warê neft û gazê de pêşkêşî milletê xwe bikin. ‘’
Herwiha Dr. Kemal Etrûşî dibêje ew ê muhendisên neftê yên Herêma Kurdistanê di wazaretê de werbigirin kar û ji bo pêşketina kar û xebata wezareta samanên siruştî çi pêwîst bike ew ê bikin.
Dr. Kemal Etrûşî bang li aliyên siyasî jî kir û daxwaz ji wan kir divê ew bi hevre kar bikin û din ava hemahengî û hevkariyê de bin.
Serok wezîr Mesrûr Barzanî Dr. Kemal Etrûşî weke namzedê wezareta samanên siruştî destnîşan kiribû û biryare sibehê parlemento dengdanê li ser wî bide.