Zilamek: PKKê kurê min yê 9 salî revandiye û min jî tehdîd dike!

Zilamek: PKKê kurê min yê 9 salî revandiye û min jî tehdîd dike!

Zilamekî xelkê Herêma Kurdistanê dibêje, ev çend salin çekdarên PKKê kurekî wî yê biçûk revandine û wî jî tehdîd dikin.

Zilamekî xelkê Herêma Kurdistanê bi navê Ednan Cebar ji rojnamevanekî kurd yê Herêma Kurdistanê re gotiye, Newroza sala 2016 ligel malbata xwe çûbû gundekî devera Şiwan ya Kerkûkê. Li wir kurekî wî yê 9 salî bi navê Adil Cebar, ji aliyê çekdarên PKKê ve hat revandin.

Ednan Cebar her wiha gotiye, ew gelekî li kurê xwe geriya. Li bajarokê Qeladizê, efserekî asayişê jê re gotibû ku kurê wî ji aliyê PKKê ve hatiye revandin. Ne tenê kurê wî, nêzîkî 70 zarok di wê heyamê de ji aliyê PKKê ve hatine revandin û kurê wî jî di nav wan de ye.

Wî zilamî daye zanîn, piştî demekî berpirsekî PKKê jê re gotibû ku kurê wî ligel wan e ji ber wê jî “xem nexo! Ez jî di temenê 8 saliyê de çûm Qendîl!”

Bavê wî zarokê ku hatiye revandin, eşkere kiriye, dema gelek rijd bûye da ku kurê xwe ji wan bistîne, rastî gef û tehdîdan hatiye û jê re gotine, “eger tu li ser vegerandina kurê xwe rijd bî, emê alayeka DAIŞê bidin destê kurê te û emê bêjin me zarokekî DAIŞ girtiye!”

Bi gotina wî welatiyê kurd, ewa ku PKK dike kurdinî nîne, mafyatî ye ji ber wê jî bila berpirs û aliyên pêwendîdar çareyekê bo vê yekê bibînin.

Pustên heman beş