Berdevkê Artêşa Niştimanî ya Libyayê ku girêdayî General Xelîfe Hefter e, Ehmed El-Mismarî ragihand, wê Neteweyên Yekbûyî (NY) ji bo çavdêriya biryara agirbestê çavdêrên navnetewî li Lîbyayê belav bike.
Ehmed El-Mismarî got ku hêza NY ya li Sirtê, ji sivîl û leşkerên xanenişîn pêk tê û ew ne hêzeke leşkerî ye.
Mismarî car din bal kişandiye ser derxistina çekdarên bi pere û hêzên biyanî ji Lîbyayê û gotiye, pêwîstî bi hizreke rasteqîn a civaka navdewletî heye ji ber ku hebûna wan hêzan gefê li pêşeroja lihevkirina siyasî dixwe.
Hêjayî gotinê ye, komîteya leşkerî ya hevbeş a Lîbyayê ji aliyê hikûmeta Terablûs û rêveberiya Tobrûkê ve lihevkirin li ser çêbûye dest bi pêkanîna biryara rawestandina şer kiriye û çend pêvajoyên pevguhertina dîlan pêk anîne.
Li gorî raportan, Tirkiye û çekdarên girêdayî wê lihevkirina herdu aliyan asteng dikin.