Komên çekdarên opozisyona Sûriyê ku Tirkiye piştgiriyê dide wan, li ser dizîna şûnwarên bi biha yên herêma Efrînê berdewamin.
Nerîngeha Sûrî ya mafên mirovan eşkere kir, komên çekdarên girêday Tirkiyê ji duh roja çarşemî ve, careke din dest avêtîye karên lêgerînê li şûnwaran li dorbera herêma Efrînê.
Dest nîşan kir, komên çekdar lêgerîna li şûnwaran li girê bi navê Qewaqe yê ser rêya navçeya Raco kirine ku şûnwarên pir biha li wê derê ne.
Li gorî nerîngeha Sûrî ev gir di naverasta sala 2019an de rastî hejmareke diziyên şûnwaran ji hêla komên çekdar ve hatîye û ev yêk careke din ji duh ve dest pê kirîye