Li sînorê qeza Daqûq a Kerkûkê, şeva borî terorîstên DAIŞ ê êrîşî polîsê federal ê Îraqê kirin û di êrîşê de polîsek birîndar bû.
Li gor Qaymeqamê qeza Daqûqê Luwîs Xizir diyar kiriye: ‘Şeva borî terorîstên DAIŞ ê li navçeya Cubxanî ya ser bi qeza Daqûqê ve, êrîşî hêzên polîsê federal ê Îraqê kirin û ji ber wê jî polîsek birîndar bû.
Cîhê êrîşa DAIŞ ê, Çemî Roxane ye li sînorê gundê ‘‘Erebkoyî’’ ku navçeyeke Kakeyî yane.
Qaymeqamê Daqûqê her wiha da zanîn: piştî hêzên polîsê federal bersiva terorîstan daye, çekdarên DAIŞ ê reviyane.