Tramp: Ezê li 20 vê mehê erka xwe bê pirsgirêk radest kem

Tramp: Ezê li 20 vê mehê erka xwe bê pirsgirêk radest kem

Piştî bûyerên doh Kongreya Amerîkayê îro car din civiya û seroktiya Joe Biden pesend kir. Donald Trumpê ku doh alîgirên xwe bi ser kongreya Amerîkayê de şandibûn û bûbû sedema aloziyan jî piştî pesendkirina seroktiya Biden daxuyanî da.

Trump got: Ezê erka xwe dewrî Biden bikim. Wê 20 Çile veguhestineke bê pirsgirêk çêbibe.

Hêjayî bibîrxistinê ye, doh piştî mîtinga Trump alîgirên wî meşiyabûn avahiya kongreya Amerîkayê ku amadekariya pesendkirina seroktiya Joe Biden dikir.

Di bûyeran de 4 kes hatibûn kuştin û 52 kes jî hatibûn binçavkirin ku civîna pesendkirina seroktiya Biden mabû îro.

Di hilbijartinên 3yê Mijdara 2020an a seroktiya Amerîkayê de namzetê Demokratan Joe Biden bi 306 dengên Desteya Hilbijartinê li beramber 232 dengên Donald Trump hilbijartina seroktiyê qezenc kiribû.

Bi pesendkirina vê encamê re, Joe Biden wê di 20’ê vê mehê bibe Serokê 46emîn ê Amerîkayê.

Pustên heman beş