Li vê navçeya Başûrê Kurdistanê şer qewimî!

Li vê navçeya Başûrê Kurdistanê şer qewimî!

Balefrên dewleta Tirkiyê îro baregehekê çekdarên rêxistina PKK ê li navçeya Bakirman ya ser bi Akrê ve hedef kir.

Çavkaniyên pêgeha Darka Mazî li Başûrê Kurdistanê eşkere kirin, îro roja pêncişemî 7/1/2021an, balefirên dewleta Tirkiyê, baregehekê çekdarên PKK ê li navçeya dinavbera gundê Şuwîlê û Hîzanê li nêzî bajarokê Bakirman Bombebaran kir.

Dest nîşan kir, îro êvarê balefirên şer yên dewleta Tirkiyê li saet 6:00 ev baregeha çekdarên PKK ê hedif kir, lê heya niha ti zanyarî li ser zirarên canî û maddî yên PKK ê nehatîne hîn bûn.

Piştî teslîmkirina deverên sînorî ên di nêvbera Başûr û Bakurê Kurdistanê ji aliyê çekdarên PKK ê bi dewleta Tirkiyê, bi taybetî piştî teslîmkirina Heftenînê, PKK ê çekdarên xwe di nava kûratîya axa Başûrê Kurdistanê belavkirin û baregehên nû ava kirine, ev yek jî bûye sedem ku berdewam baregehên wan yên ku nêzî cihên akincîbûna hemwelatiyên gund û bajarokan e bên hedefkirin.

Hemwelatî daxwazê ji PKK ê dikin ji gund û warên wan dûr kevin daku canê wan parastî be û dewleta Tirkiyê bi hinceta hebûna çekdarên PKK ê zirarê li wan neke, lê PKK e berjewendiyên xwe yên hizbî ji canê hemwelatiyan giringtir dibîne, loma bi t awa guh nade daxwaza wan.

Li vê navçeya Başûrê Kurdistanê şer qewimî!

Pustên heman beş