Komeleyên Ehmedê Xanî ku şaxên wan li bajarên Riha, Êlih û Stenbolê hene, bang li malbatên xwendekarên Kurd dike ku di sala nû ya perwerdehiyê de li dibistanan dersa Kurdî hilbijêrin û ji mafê dersa Kurdî sûd werbigrin.
Li Tirkiye û bakurê Kurdistanê ji bo sala nû ya perwerdehiyê dema bijartina dersên bijarte dest pê dike û komeleyên çand û ziman ji bo malbatên Kurd banga bijartina zimanê Kurdî dikin.
Komeleya Ehmedê Xanî ya Navenda Lêkolînên Civakî ya Navneteweyî ya Riha û Komeleya Ehmedê Xanî ya Çand û Bawerî ya Êlihê û Komeleya Çand û Ilmê ya Şêx Ehmedê Xanî ya li navçeya Sultangazî ya Stenbolê, ji bo hilbijartina dersa kurdî ya bijarte bi daxuyaniyeke hevpar bang li malbatên Kurd kirin.
Daxuyaniya hevbeş a komeleyên Ehmedê Xanî wiha ye:
Zimanê me wateya hebûna me ye. Mafê dersa hilbijartî ya Kurdî derfetek e. Eger daxwaza ji bo dersa Kurdî çiqas zêde be dê bandorê li ser tayînkirina hejmara mamosteyên Kurdî jî bike.
Em bang li malbatên ku zarokên wan di pola 5-6-7 û 8an de dixwînin dikin da ku heta 22yê vê mehê serî li rêveberiya dibistanan bidin û ji bo zarokên xwe dersa Kurdî hilbijêrin.
Pêşeroja zimanê me girêdayî zarokên me ne. Eger zarokên me bi kurdî biaxivin dê zimanê me bimîne û wenda nabe. Eger ji bo zimanekî xwendin û perwerdehî nebe, hebûna wî zimanî dikeve xeteriyê.
Ji bo ku em li hember dîrokê û Xwedê şermezar nebin divê em zarokên xwe fêrî zimanê dayikê bikin. Xwedî lê derneketina zimanê dayikê ji bo mirovan kêmasiyek e. Divê her kurd bi awayekî neteweyî li mijara dersa hilbijartî ya kurdî xwedî derkeve. Em dubare bang li gelê xwe dikin da ku vê mijarê ji xwe re bikin xem.