PKK e dibe sedema bordoman kirina gundekê Başûrê Kurdistanê

PKK e dibe sedema bordoman kirina gundekê Başûrê Kurdistanê

Balefirên ceng yên dewleta Tirkiyê îro careke din êrîşî liv û tevgerên çekdarên PKK ê li Başûrê Kurdistanê kir û nuqteyên rêxistinê li aqarê gundê bi navê Kêste borodman kir.

Çavkaniyên pêgeha Darka Mazî li Başûrê Kurdistanê eşkere kir, îro roja înî 8\1\2021an, balefirên ceng yên dewleta Tirkiyê nuqteyên PKK ê li devera bi navê Hevşê Kurê ku dikeve aqarê gundê Kêste yê sînorê navçeya Kanî Masê li devera Berwarî Bala borodman kir.

Dest nîşan kir, balefiran dû roket li nuqteyên PKK ê li vê navçeya Başûrê Kurdistanê xistine, lê belê agahî li derbara ziraran tunene.

Ev êrîşî îro roja înî serê sbehê bi taybet li sa’et 5:15 pêkhatîye.

Rêxistna PKK ê herku diçe liv û tevgerên çekdarên xwe têxe nava gund û nêzî bajarokan, ev yêk bûye ciyê acizbûna şêniyên Başûrê welat bi taybet li gundên sînorê parêzgehîya Dihokê, amanca PKK ê ji vê hengavê ev gund werin vala kirin û bibin meydana şer.

Pustên heman beş