Lêndizî Giraham senatorê Komarîyan li kongirêsa Amerîkayê paş reş kirina ekawnta Donald Trump ji hêla şirketa twitter ê ve daxuyanî da û got: Çawa dibe Ayetula Twitter hebe û trUmp nebe.
Şirketa twitterê ji boy te’cîz kirIna Trump û rêgirtinê li çêkirina aloziyê paş êrîşa ser baregeha Kongirêsa Amerîkayê ku ji hêla alîgirên wî ve pêkhat, hesaba wî a Twitter ê bi yêk carî reş kir.
Piştre Donald Trump li derbara vê biryara şirketa Twitter ê got: Bi vê biryarê em nayên bêdeng kirin.
Hemwext senatorê mezin ê Komarîyan Lêndizî Graham ev biryara şirketa Twitter ê bi şaşêtîyeke mezin nav bir û got ku çawa dibe Ayetula Xamineyî Twitter hebe û Donald Trump nebe!.
Graham ev nerazîbûna xwe ya li ser biryara şirketa Twitter ê li hesaba xwe twît kir û wiha nivîsand: hewe bi reş kirina hesaba serokê Amerîkayê Donald Trump şaşêtîyeke mezun encam da, dibe bi sedema van axaftinên min hûn min jî bilok bikin, lê belê me qebûle, çawa dibe Xamineyî bikaribe Twîtan bike û Trump ne, ev yêk nîşan dude kanê tu cure kes Twitter ê birêve dibin.