Beşîkçî: PKK e pabendî yasayên Tirkiyê ye, lêbelê yasayên Kurdistanê binpê dike.

Beşîkçî: PKK e pabendî yasayên Tirkiyê ye, lêbelê yasayên Kurdistanê binpê dike.

Derbarê êrîşên alîgirên PKK ê li ser wî, nivîskarê naskirî yê Tirkiyê û dostê Kurdan Îsmaîl Beşikçî gotarek nivîsand û di wê gotarê de da zanîn, PKK e pabendî yasayên Tirkiyê ye, lêbelê yasayên Herêma Kurdistanê binpê dike.

Îsmaîl Beşîkçî di gotara xwe ya do de diyar kiriye, PKK e li welatên weke Almanya, Fransa, Holanda û Swêd, xwe li gor statu û yasayên wan diguncîne, herwiha li cihên weke Îstanbul, Îzmîr, Bursa, Edena û Mêrsînê jî, pêwendiya gelek Kurdan bi PKK/KCk heye li wir jî bi awayekî siruştî PKK e/KCK e pabendî yasa û qewareya siyasî ya Tirkiyê ye, herwiha li Diyarbekir, Wan û Batmanê jî heman halet heye. Lêbelê PKK e/ KCK e pabendî yasa û qewareya Hikûmeta Herêma Kurdistanê nabe. Dixwaze wê qewareyê biçûk bike, bîşkîne û guşarê bixe ser hukimraniya wê.

Herwiha Îsmaîl Beşîkçî derbarê dijayetiya PKK ê beramber xwe û Herêma Kurdistanê wiha nivîsandiye:

«Hemû kesên bi êrîşan tên ser min û rexneyan li min digirin, bi tenê nikarin bejin PKK/KCKê Hikûmeta Herêma Kurdistan qeware, yasayên taybet hene û pêwîst e ew pabend bin, êrîşî ser Pêşmerge nekin, êrîş nekine ser nûsîngehên Partiya Demokrata Kurdistanê. Herwiha nabêjin çawa pabendî yasayên dewletên weke Almanya, Fransa, Hollenda bûye, li vir jî pabendî  yasayên Herêma Kurdistanê be».

Pustên heman beş