Li dora Amedê eskerek hat kuştin 2 birîndarbûn

Li dora Amedê eskerek hat kuştin 2 birîndarbûn

Li parêzgeha Amedê ya Bakurê Kurdistanê di şer û pevçûnekê de eskerek Tirk hat kuştin û dû jî birîndar bûn, arteşa Tirkiyê dora 4 gundan girtîye.

Wezarete navxwe ya Tirkiyê ragihand ku di navçeya çiyayî ya qezaya Licê ya ser bi parêzgeha Amedê ve, şer di navbera eskerên Tirk û çekdarên PKK ê da derketîye û di encamê da eskerek hatîye kuştin û 2 esker jî birîndar bûne.

Li navçeya Licê operasyonên artêşa Tirkiyê berdewamin û ji duh roja şemî ve, arteşa Tirkiyê dora 4 gundên bi navê “Çagdaş, Dîbek, Arîklî û Baglanê” yên navçeya Licê ya Amedê girtîye.

Li gor wezareta navxwe ya Tirkiyê, li navçeya çiyayî ya Licê şer û pevçûn di navbera esker û çekdarên PKK ê da derketîye û 3 esker birîndar bibûn, lê ji ber birîna yekî ji wan giran bûye li nexweşxaneyê canê xwe ji dest daye.

Pustên heman beş