Di sala nû de ev 4 tişt li Efrînê zêdebûne

Di sala nû de ev 4 tişt li Efrînê zêdebûne

Cînayetên komên çekdarên girêday Tirkiyê di rasta şêniyên Efrînê de zêdebûne, fidîye wergirtin, gefxwarn, êşkence û talan bûne tiştekî herî berçav ku li Efrînê tê jiyan kirin.

Navenda belgekirina mafên mirovan ya bakur û rojhilatê Sûriyê, rapora xwe ya li ser binpêkirina mafên mirovan, ku di navbera 1 heta 10 vê mehê  li herêma Efrînê ya Rojava Kurdistanê hatin kirin, eşkere kir.

Li gorî raporê, li Efrîn û Girê Sipî 3 jê jin, 4 jê zarok bi giştî 18 kes ji aliyê komên çekdar ve hatin revandin.

Dest nîşan kir, li navçeya Şêrawa kesek, li Raco kesek, li Cindirêsê 5 kes 4 ji yek malbatêne, hem dem li taxa Mehmûdiyê ya Efrînê jî 4 kes ji yek malbatê di 10 rojên rabûrî de hatine revandin û cînayeta wan nayê zanîn.

Navenda belgekirna mafên mirovan behsa kesên ku ji bajarokê Girê Sipî jî hatine revandin kir û eşkere kir ku 7 kes li wê derê jî komên çekdaran revandine.

Li gorî çavkaniyên xwecihî, komên çekdaran ji bo standna fidiyê şînyên Efrînê di revînin  û pereyan ji malbatên revandîyan distînin.

Pustên heman beş