Di êrîşa Geliyê Bazê de 2 roket bi nuqteyên PKK ê ketin

د ئێریشا گه‌لیێ بازێ دا دوو رۆكێت ب نوقته‌یێن په‌كه‌كێ كه‌تن

Balefirên cengê yên dewleta Tirkiyê îro êrîş liv û tevgerên çekdarên PKK ê li sînorê parêzgehîya Dihokê ya Başûrê welat kir û 2 roket lê xistine.

Çavkaniyên pêgeha Darka Mazî li Başûrê Kurdistanê eşkere kir, îro roja yekşemî 10/1/2021an, balefirên cengê yên dewleta Tirkiyê, hereketa çekdarên PKK ê li devera bi navê Geliyê Bazê ku dibe aqarê gundê Bazê yê girêday navçeya Kanî Masê hedef kir.

Her wiha dest nîşan kir, ev êrîş li sa’et 11:40 ber nîvrojê pêkhatîye, balefiran 2 roket li nuqteyên PKK ê li Geliyê Bazê xistine.

Her çend ku zirarên canî yên PKK ê nehatine zanîn, lê belê li gor dîmenên êrîşê ku ji çavkaniyên me li Başûr hatine şandin, domaneke mezin li ciyê ketina roketan beriz bûye.

Rêxistina PKK ê her ku diçe hereketa çekdarên xwe têxe nava gund û nêzî bajarokan, ev yêk bi amanca valakirina van gund tê ji bo ku bibin meydana şer, şêniyên gundên Başûr bi taybet yên sînorê parêzgehîya Dihokê pir ji vê hengava PKK ê acizin û dixwazn PKK ê ji navçeyên wan dûr be.

Pustên heman beş