Yekîneyên Parastina Gel, îro nasnameya 8 Şervanên xwe îlan kir ku li Rojava welat canê xwe ji dest dane, YPG ê gotîye ku ev Şervan ji hêla terorîstên DAÎŞ ê ve hatine şehîd kirin, lê belê dewleta Tirk dibêje: me ew hedef kirine.
Navenda ragihandin û çameniyê ya YPG ê îro roja yekşemî 10/1/2021an daxuyanîyek nivîskî parve kir û têde nasnameya 8 Şervanên xwe îlan kir ku li dem û cihên cuda yên Rojava Kurdistanê canê xwe ji dest dane, YPG e dibêje: ev Şervan ji bo azadîya mirovahiyê canê xwe feda kir û ji bo pêşeroja mirovahiyê bûn ronahî.
YPG ê di daxuyanyê de pesina tekoşîna wan Şervanên xwe kir û got ku ew di berxwedana li dijî terora DAÎŞ ê de gihîştin şehadetê.
Ev daxuyanîya YPG ê hemwexta daxuyaniyên îro û rojên rabûrî yên wezareta parastina netewey ya Tirkiyê tê ku têde eşkere kirîye, ji destpêka vê salê ve, pêtirî 15 çekdarên PKK ê li navçeya Kanîya Aştiyê hatine hedef kirin.