Netewên Yekgirtî daxwaz dike, bilez Peymana Şingalê bi hemû bendên wê ve bê cibicîkirin.
Nûnera Netewên Yekgirtî li Îraqê Jeanine Hennis-Plasschaert duhî bi serdanekê gihîştibû Şingalê û cibicîkirina Peymana vê dawiyê ya di navbera Bexda û Hewlêrê de ya ji bo asayîkirina rewşa Şingalê şopand.
Hennis-Plasschaert ragihand, divê bilez hemû rêkarên ewlehiyê û beşên din ên Peymanê bêne cibicîkirin, ji bo karên girîng bêne kirin, navçe were avedankirin û koçber bikaribin vegerin ser cih û warên xwe.
Nûnera Netewên Yekgirtî li Îraqê pesnê Peymana Şingalê da û got: Hikûmraniyeke aktîv, îdareyeke yekgirtî û peydabûna ewlehiyê, bingehên sereke ne ji bo her pêşveçûnekê. Tiştê ku heta niha hatiye bidestxistin, dikare bibe rêyek ji bo baştirkirina rewşa jiyanî, ji ber vê yekê pêwîst e hemû alî bi hev re bixebitin û bi hev re hevkariyê bikin.
Herwiha şanda Netewên Yekgirtî serdana bajarê kevin ê Şengalê kir ku di dema şerê 2014-2017an de bi DAIŞ ê re hatibû wêrankirin û her wiha serdana gundê Til Benat ê Şengalê kir ku nêzî 600 malbatên Şengalî yên koçber, vegeriyan e ser mal û milkên xwe.