Wezareta Derve ya Amerîkayê, amadekariyê dike ku milîsên Hûsî yên Yemenê ku piştgiriyê ji Îranê distînin, wek rêxistineke terorîst pênas bike û bixe lîsteya reş a terorê. Tê çaverêkirin Amerîka îro biryara bo Hûsiyan ragihîne.
Wezîrê Derve yê Amerîkayê, Mike Pompeo daye xuyakirin, ew hewl didin tevgera Hûsî ya Yemenê wekî komeke terorîstî bidin naskirin û bixin lîsteya terorê.
Pompeo diyar kiriye ku ew koma çekdar metirsî ye li ser xirabtirkirina qeyrana mirovî li Yemenê.
Pompeo gotiye: Divê ji bo wê koma çekdar bi sedema kiryarên terorîstî yên li Yemenê lêpirsîn li ser bê kirin. Bi taybet ji ber êrîşên wan ên li ser sînoran, ser xelkê sivîl, jêrxana Yemenê û keştiyên bazirganî.
Li gorî zanyariyan Wezareta Derve ya Amerîkayê, dibe ku îro Duşemê ragihîne ku Hûsî xistine nav lîsteya terorê.
Hêjayî gotinê ye, Amerîka dixwaze Hûsiyên nêzîkî Îranê li Yemenê lawaz bike û derfetekê ji bo danûstandinên siyasî li Yemenê veke.