Rêxistina PKK ê 8 çekdarên xwe li Başûrê Kurdistanê jidestdan, wexta ku li çiyayê Gare ketine ber êrîşeke hewayî a dewleta Tirkiyê.
Çavkanyên pêgeha Darka Mazî li Başûrê Kurdistanê eşkere kir, îro roja sêşemî 12/1/2021ê, balefirên cengê yên dewleta Tirkiyê liv û tevgerên çekdarên PKK ê li aqarê gundê bi navê Şikîran yê sînorê navçeya Çemankê li devera Gare hedef kirine.
Herwiha da zanîn, êrîş li sa’et 3:40 serê sibehê pêkhatîye û balefiran dû roket li hereketa PKK ê xistine.
Di vê derbarê de, wezareta parastina netewî a Tirkiyê îro eşkere kir , di operasyonekê de ku li çiyayê Gare pêkhatîye, 8 çekdarên rêxistina PKK ê hatine hedef kirin.
Rêxistina PKK ê û balê wê ê leşkirî HPG ê, tu daxuyanî li derbara jidestdana van çekdarên xwe nedane û ev agahiyên wezareta parastina netewî a Tirkiyê nederewandine.