Piştî hişyariya FBI yê li Washington ê rewşa awarte hat ragihandin

Piştî hişyariya FBI yê li Washington ê rewşa awarte hat ragihandin

Piştî ku Saziya Federal a Lêkolînê ya Polîsên Amerîkayê (FBI) ji bo dema merasîma sondxwarina Serokê nû yê Amerîkayê Joe Biden, hişyariya aloziyan û tundiyê da, bi biryara Donald Trump rewşa awarte li Washington DC hat ragihandin ku heta 24ê mehê berdewam dike.

6ê Çileyê dema ku Kongreya Amerîkayê ji bo pesendkirina serokatiya Biden diciya, Trump bang li alîgirên xwe kiribû ku ber bi avahiya Kongreyê ve bimeşin û alîgirên wî bi ser avahiya Capitol a Kongreyê de girtibûn û 5 kes di wê aloziyê de hatibûn kuştin.

Li ser vê partiya Demokrat daxwaza ji kar kişandina Trump kiribû û xwestibû beriya merasîma radestkirina seroktiyê were dûrxistin.

Televizyona ABC ya Amerîkayê ku dispêrê çavkaniyên Saziya Federal a Lêkolînê (FBI) daye xuyakirin ku piştî ku FBI yê derbarê aloziyan de hişyarî daye Trump heta 24ê Çileya 2021ê rewşa awarte ragihandiye.

Wê di vê çarçoveyê de ji Parastvanên Neteweyî 15 hezar lêşker ji bo Washingtonê bên şandin û hin cihên geştyarî jî ji bo serdanan bên qedexekirin.

Herwiha Şaredarê Washingtonê Muriel Bowser jî ji bo ewlehiya bajêr alîkarî xwestibû ku Wezareta Ewlehiya Navxwe ya Amerîkayê biryar derxistibû ku ji roja Çarşemê ve tedbîrên ewlehiyê werin zêdekirin.

Pustên heman beş