Nihênî – Lahor cengî li derbara Kurdistanê daxwazek xeter ji Bexda dike?

Hevserokê Yekîtîya Niştîmaniya Kurdistanê, di dawî serdana xwe a Bexdayê de, li jêr navê çareser kirina pirsgirêka mûçeya karmendên Başûrê welat daxwaz ji rayedarên Îraqê kiriye, ji dervey statoyê, reftarê bi Silêmaniyê re bikin, gef jî li wan xwarine heger ev yêk pêk neyê, ewê rêyeke din bigre ber xwe.
Her ku diçe siyaseta Lahur şêx cengî ya lawaz kirina pêgeha başûrê kurdistanê pêtir zelal dibe, dev jê berde ku li 16 Oktobera 2017an îxanet kiribe, carna ew milê xwe dide rêxistina PKK ê û cebheyekî li dijî rêveberiya başûr digre, carna di gel heşda şebî û carna digel Îranê, bi kurtasî Lahor şexsê yekemê YNK ê, wisa tev digere her weke partîya wî ne hevbeşê desthilatê ye di hikûmet û parlemena başûr de, ew destketiyên hikûmetê ji bo xwe û partîya xwe hesab dike û li wexta kirîzan weke muxalif tevdigere.
Pêgeha Darka Mazî agahiyên herî taybet li derbara dawî serdana Lahor cengê ji bo Bexdayê bi dest xistine, ew serdana ku têde ji rayedarên Îraqê xwestî li dervey destûr û statoyê reftarê bi Silêmaniyê re bikin.
Lahur cengî li 6/12/2020an, bi hevaltiya her yêk ji Sedî Pîre û Aso Elmanî, endamên Polîtbîro ya YNK ê serdana Bexdayê kirbû, li heman rojê ew ji bal d. Berhem Salih serok komarê Îraqê ve hatin pêşwazîkirin, piştre li roja 7/12/2020an ew li ciyê mana xwe li nêzî koçka Selam ya komarî di gel komîta darayî ya parlemena Îraqê civîya.
Di civînê de her yêk ji parlementerên Îraqê:
Heysem Cibûrî ji koalîsyona Kefaat.
Mihemed Şeya’ Sûdanî ji koalîsyona Eta.
Ebûd Wehîd Îsawî ji Koalîsyona Dewleta Qanûn.
Hesen Şuwird Serokê Koalîsyona Wetenîye.
Feysel ‘Îsawî û Yûsif Kilabî ji koalîsyona Nesir.
Hesen Fedem ji Koalîsyona Îslah.
Mihemed Deracî ji Koalîsyona Fetih.
Ala Talebanî û Ciwan Êhsan Seroka Koalîsyona YNK ê.
Çavkaniyên pêgeha Darka Mazî agahiyên taybet ji nava vê civînê bi dest xistine û eşkere kiriye ka çi gotin ji devê Lahor û Ala Talebanî bi van parlementerên Îraqê hatine gotin.
Hêjayî gotinê ye, ev serdana Lahor û civîna wî ya bi parlementerên Îraqî re paş pejirandina qanûna qer ji bal parlemena Îraqê ve hatbû, ew qanûna ku mafên başûrê kurdistanê têde nehatine tesbît kirin.
Li gorî zanyariyên destê me, Lahor cengî li jêr navê çareser kirina pirsgirêka mûçeyên karmendên hikûmeta Başûrê Kurdistanê ev civîn pêkanîbû, lê belê wî ji parlementerên Îraqê re got: em weke YNK e haydarî mijara firoştina neftê û hevbestên rêveberiya Başûr bi şirketên cîhanê re nîne, ji ber vê me dawî derfet bi PDK ê dayîne.
Mebesta Lahor ji dawî derfet civîna sê alî ya PDK ê, YNK ê û Tevgera Goranê bû ku Pavêl Talebanî hevserokê YNK ê têde beşdar bû.
Lahur Wisa axaftina xwe li gel komîta darayî ya parlemena Îraqê domand: ji ber vê pêwîste hikûmeta Îraqê vê pirsgirêkê çareser bike, heger na, hinek hengavên din yên me hene.
Çavkaniyên pêgeha Darka Mazî eşkere kir ku di wê civînê de û paş bi dawî bûna gotnên Lahor, Ala Talebanî dest axaftinê dike û ji komîta darayî re dibêje: pêwîste hikûmeta Îraqê mûçeya wezîfedarên Silêmaniyê raste rast bişîne, ji ber ku pêwendiya YNK ê bi pirsgirêkên Başûrê welat ve tuneye.
Lahor cengî bi yek ji wan kesan tê naskirin ku li Başûrê Kurdistanê pêtir ji her kesek din bas li qanûn û midaxile ne kirina partîyan di karubarên hikûmetê de dike, lê belê tu kes mîna wî destwerdanê nake, ew bi awayekî tev digere ku her weke ti hikûmet li başûr nebin, her tişta hikûmet encam dide ew yan li dij disekine yan jî bi rêya çapemeniya partîya xwe henekan pê dike û nahêle ti qanûn û biryareke hikûmetê weke tê xwest li Silêmaniyê cîbicî bibe, weke yek ji keçên çalakvanên başûr dibêje: ger Serokê Hikûmeta Başûrê Kurdistanê, Birêz Mesrûr Barzanî xwe bibêje Lahor kesek başe, wê roja paştir Lahor derkeve ser qanalên xwe yên ragihandinê û bibêje: na wele ez nebaşim, ez pirr pîs û se…..bavim!
Ev aloziyên Lahor Şêx Cengî çêdike her hemû bi fermana Îranê û alîkariya PKK ê ne, ev siyaseta niha YNK e pê tê birêvebirin ji encama vê yekê ye ku di nava YNK ê de ser bûye ling û ling jî bûye ser, her tişt tevlîhev bûye û YNK e ketiye di destên kesên bikêrnehatî de, ti rêz li kesên niştimanperwer û sîyasetvan nayê girtin, her kes pêtir dijatiya hikûmetê bike û li dij bisekine wê pêtir di nava YNK ê de diyar bibe û berpirsatî bi wî were dayîn.
Bi rastî mixabin ku YNK e ya mîrata mam Celal bikeve destê zirtepozên mîna Lahor de, bi rastî mixabin ku YNK e ketiye vê rewşê û niha bûye xetereyek cidî li ser başûrê kurdistanê, her tişta ku dewletên dagirker û dijmin dixwazin li başûrê wilat cîbicî bikin, bi rêya YNK ê û Şexsê Lahor cîbicî dikin, helwestên wî ên vê dawîyê jî baştirîn belgene li ser axaftina me.