Fermandarekî Pêşmerge weke Balyozê aştiya navdewletî hat diyarkirin

Fermandarekî Pêşmerge weke Balyozê aştiya navdewletî hat diyarkirin

Encûmena Navdewletî ya Aştî û Bergirî li Mafên Mirov Fermandarê Pêşmerge Emîd Salih Mewlûd Gerdî weke balyozê navdewletî yê aştiyê li ser asta cîhanê bo sala 2021ê hat diyarkirin.

Wezareta Pêşmerge ji ser hesabê xwe yê tora medyaya civakî ji ser Facebookê ragihand; ‘’Emîd Salih Mewlûd Gerdî ku efserê hemahengiya di navbera Wezareta Pêşmerge û Serokayetiya Herêma Kurdistanê û Serokatiya Encûmena Wezîran navborî ye, di demekê de ji ber helwêsta xebatgêrî malbata wî ji aliyê rejîma Beasê hatibûn zîndanî kirin. Sala 1962an di Gîrtîgeha Qişleya Hewlêrê ji dayik bûye û salên dirêj Pêşmerge bûye û xizmetê ji bo gel û nîştîmanê xwe dike.’’

Herwiha hatiye ragihandin, Emîd Salih, piştî beşdarî di kongreya aştî û navdewletî ya sala 2020an kiriye û daxwaza pêşkeşkirina babetekê derbarê komkujiya neteweyî û ayînî di wê kongreye de, dibe cihê serincê endamên serperiştiyarê kongreyê piştre weke balyozê navdewletî yê aştiyê li ser asta cîhanê ji bo sala 2021ê hat diyarkirin. Ev yek destkefteke manewî û yasayî ye ji bo Pêşmergeyên Kurdistanê û kesayetiya vî fermandarê Wezareta Pêşmerge.’’

Pustên heman beş