Tirkiyê YPG e li Şera û Şehbayê hedef kirin

Tirkiyê YPG e li Şera û Şehbayê hedef kirin

Arteşa Tirkiyê û komên çekdarên girêday wê, îro careke din êrîşî gundewarê Efrînê û herêma Şehbayê kir, liv û tevgerên Yekîneyên Parastina Gel YPG ê hedef kirin.

Li gorî agahiyê destê me, îro roja çarşemî 13/1/2021an ku roja dûyemîne li pey hev, arteşa Tirkiyê û komên çekdarên girêday wê, dorbera bajêrê Efrînê û Şehbayê bombebaran kir, êrîşê liv û tevgerên çekdarên YPG ê hedef kirin.

Êrîşa îro li sa’et 12:40 paş nîvrojê li her yêk ji gundên Mer’naz, Malikiyê û Şwariqa yên navçeya Şerayê ya Efrînê, hemwext bendava Şehba û gundên Semûqa û hirbilê hedef kirîye.

Arteşa Tirkiyê û komên çekdar, duh roja sêşemî jî bajarokê Tilrife’t û gundewarên herêma Şehbayê, bi dijwarî topbaran kirin, êrîşên duh çekdarên YPG ê li derdora bajarokê Til Rif’etê û gundên Mere’naz, Eyn Deqnê û Bîlûne li navçeya  Şehbayê ya bakurê rojavayê Helebê topbaran kirin.

Pustên heman beş