Pêwîst bû di nav gelê Kurd de têgeha herî girîng û sereke ‘yekîtî û yekrêzî’ bûye, lê belek beşek ji nav kurdan peyvên ‘Yekîtî û yekrêziyê’ bi mebestên têkdan û reşkirina aliyekî din bikar tînin ku gelek şexsîyetên bi ser PKKê ve û nêzîkî wê bi awayekî eşkere têgehên ‘Yekîtî û yekrêziyê’ li ser dijatiya kurdan bikar tînin.
Helbet dema di vê mijarê de behsa PKKê tê kirin; gelek alîgirên wê hêrs dibin û dîsa Barzaniyan wekî ‘xayîn’ û PDKê jî bi hevkara aliyên dijî Kurd bi nav dikin. Êdî ev bûye tiştekî normal. Ji ber ku hizirîn û îradeya wan a şexsî ji destê wan kesan hatiye standin û çawa tê xwestin, wisa dihizirin û li gorî wê hizra xwe ya rêxistinîyê tevdigerin.
Emê li ser şexsê Hevserokê Desteya Serokatiya Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) bi zimanekî zelal behsa vê yekê bikin. Xelîl bi awayekî eşkere heqaret li Pêşmergeyê Roj kir ku bi hevkariya Hevpeymaniya Navdewletî û Amerîkayê ji bo Rojavayê Kurdistanê hatine perwerdekirin û ew wekî ‘çete’ bi nav kirin.
Li hember van gotinên Aldar Xelîl karvedaneke mezin çêbû û bertekên tund hatin nîşandan ku li beramber wan bertekan jî derdora navborî daxuyaniyên tawanbarkirina PDKê û reşkirina Pêşmerge belav kirin. Yên van heqaret û tawanbariyan dikin berê hatine perwerdekirin ku wekî me behs kir li gorî wê fêrbûna xwe ya bi wan hatiye hînkirin dihizirin.
“Danûstandina Kurdî-Kurdî bi beşdariya welatên Rojava dimeşe”
Divê xala herî girîng a danûstandinên yekrêziya li Rojavayê Kurdistanê baş bê zanîn û bibîrxistin daku em rastiyê bizanin.
Rastî ew e ku hevdîtin û danûstandinên li Rojava ne tendê di navbera Kurdan de têne kirin, herwiha Amerîka, Hevpeymaniya Navdewletî, welatên Rojava û Neteweyên Yekbûyî jî di nav de ye û bi wan tê bipêşxistin.
Lê belê PYD hewil dide wê nêrîna ku dîyaloga navbera ENKS-PYNKê êdî dubare dest pê nake belav bike ku li gorî zanyariyên PeyamaKurd şanda Amerîkayê herî dereng 20ê vê mehê derbasî Rojavayê Kurdistanê dibe. Gelo yên ku rojevê bi van daxuyaniyan mijul dikin û dixwazin kêşeyan di navbera kurdan de gur bikin vê nizanin?
Sedema ku PYD û bi taybet jî Aldar Xelîl ewqas bi ser ENKSê de dajon, valahiya ku bi hilbijartinên Amerîkayê li herêmê derketiye holê ye ku dixwazin jê sûdê werbigirin.
Li aliyê din di heyama hilbijartinên Amerîkayê de hevdem Îran û hêzên bi ser Îranê ve yên wekî Heşda Şeibî û Hizbullahê jî çalakiyên ku di wê valahiya çêbûye de deshilatiya xwe biparêzin pêk anîn.
Herwiha Tirkiye jî ne dûrî vê ye ku beriya guhertina rêveberiya Amerîkayê, bi êrîşên nû hewl da ku bajarokê Eyn Îsayê ji destê HSDê derxe.
Helbet wekî berê niha jî gelek hêzên dixwazin kurdan bera hev bidin hene. Lê belê di demeke ku kurd bûne hevpeymanên welatên rojavayî, cihê gumanê ye ku hinek alî bi tevger û helwestên xwe li aliyê hêzên xirabiya kurdan dixwazin cî distînin. Di salên 1990an de jî dema bûyerên li Başûrê Kurdistanê bi provokasyonên Îran û Tirkiyê rû dan, hêza ku aştiya navbera kurdan saz kir dîsa Amerîka bû û kesên wekî Aldar Xelîl wê demê jî hebûn ku bi ser neketin.
“Gotina Aldar Xelîl a ‘çete’ bo Pêşmerge nayê qebûlkirin’
Divê ji Aldar Xelîlê ji bo Pêşmerge dibêje ‘çete’ re bê bibîrxistin ku di wê serdemê de Amerîkayê çawa derfet û alîkarî dabû kurdên Başûr niha jî dide kurdên Rojava. Her kes dizane ku Hevpeymaniya Navdewletî piştgirî û alîkariyê dide HSD û YPGê. Herwihe divê neyê jibîrkirin ku li Kobanê hêzên Pêşmerge mil bi mil şerê terorê kirin. Lê belê ji ber ku ji yên wekî Aldar Xelîl re gotine, ‘tu derkeve û tenê bipeyive’ normale ku rastiya nabîne. Lê gotina ‘çete’ bo Pêşmergeyên hevbeşên serkeftinê ‘anormal’ e. Gelê kurd her çi dibe bila be divê bersiva van kesayetan bide.
Dij derketina vê rewşa ku kurd bi xêra Amerîka û Hevpeymaniyê gihîştinê, tê wateya ku sekna li kêleka hevpeymana Rûsya, Îran û Tirkiyê. Çimkî ew ji bo kurdan li derveyî hevpemaniyê û Amerîkayê bihêlin çi ji destê wan tê dikin û mixabin kesayetên wekî Aldar Xelîl jî derdikevin pêşiya me. Lê belê pêşeroja kurdan di cî girtina di nav refên hevpeymaniya welatên Rojava ya Amerîka pêşengiya wê dike de ye.
Çimkî hevkarî û şirîkatiya ligel hêzên navdewletî helwesteke rasteqîn e ku ji têkçûna li hember hêzên herêmê çêtir e.
“Gotina ‘çete’ bo Pêşmergeyên Roj girêdayî nêzîkatiya bo birayên xwe yên Kurd e’
Aldar Xelîl kesayetên wekî wî û her kesên aziciya wan ji Pêşmergeyên Roj heye, bixwazin nexwazin jî wê bibînin ku ew dê bi rêya dîplomasiya navdewletî di çarçoveya rêkeftinê de bibin beşeke girîng a hêzê li Rojavayê Kurdistanê.
Gotina ‘çete’ ya Aldar Xelîlm ji bo Pêşmergeyên Roj jî bixwe girêdayî nêzîkatiya bo birayên xwe yên Kurd e.
Divê gelê Kurd vê rastiyê piştguh neke û Pêşmergeyên ku mil bi mil li Kobanîyê li kêleka birayên xwe şer kirine, neke qûrban. Lewra yekîtî ne bi gotinê ye bi kirinê pêk tê.