Sibê girtiyekî Kurd li Sine wê were bidarvekirin

Sibê girtiyekî Kurd li Sine wê were bidarvekirin

Malpera mafên mirova ya Hengawê diyar kir, biryar e, sibê li bajarê Sine girtiyekî Kurd were bidarvekirin.

Li gor malpera mafên mirova ya Hengawê ragihandiye, girtiyekî Kurd bi navê Fatîh Qadirî, ku bi tohmeta kuştina kesekî bi îdamê hatiye mehkûmkirin û niha di girtîgeha navendî ya bajarê Sine de ye, pêr (14 vê mehê) birine cihê îdamê.

Agahî didin zanîn, berpirsên girtîgehê gotine ew girtiyê han dê roja 17 vê mehê (sibê) were bidarvekirin.

Fatîh Qadirî (46 salî) û xelkê gundê Del yê bajarê Sine ye û sê sal berê bi tohmeta kuştina kesekî bi navê Nasîh hatibû girtin û bi îdamê hatibû mehkûmkirin.

Pustên heman beş