Aldar Xelîl û paşatîya qereçî ya

Aldar Xelîl, endamê desteya Rêveber a TEV-DEM, pêşmergeyên Roj wekî çete bi nav kirin, jiber vê yekê beşek mezin ji Kurdan nerazîbûna xwe nîşan da. Ev geşedanek baş e, ji ber ku PKK û hevalbendên wê, yên ku ji xwe re maf dibînin û dicivin û xwe davêjin ser her tiştî, ku ji derveyî xwe ji her kesê û her tiştê re dibêjin “xayîn, ajan”, êdî wekî berê bê bersiv namînin. Êdî ev mebdeyên propagandayê “herîyê pavêje heke pêve nezeliqî wê şopa wê bimîne” ji bo PKK ê wekî berê bi rehetî nameşe. Niha, dema ku PKK hewil dide herîyê pavêje, şopa wê axê di destê PKK bi xwe de dimîne. Aldar Xelîl ew Kesê ku dixwest Pêşmergeyên Roj weke Çete binav bike dît ku fikr û ramanên wî bixwe rîx û herîye. Bi rastî, hinekan bi zelalî û hinekan jî bi şermûkî ji Aldar Xelîl û hevparên wî re got ku çeteyên rast û qedîm, hûn in.

Aldar Xelîl kî ye?

Ya rast ev e ku Aldar Xelîl ne kesek e ku mirov dirêj, dirêj behsa kesayetiya wî ya siyasî bike, ji berku Aldar ne xwedî kesayetiya sîyasî ye û ne jî siyasetmedar e. Çêtirîn nirxandina ku dikare ji bo Aldar Xelîl were gotin hevoka “paşayê qereç” e. Tête gotin ku “wan qereç kirin sultan, pêşî bavê wî darve kir”. Bi hindik desthilatdarî ya ketîye destê Aldar Xelîl, ew jî pêşî êrîşî Kurdan dike.

Xelete ku mirov ji Aldar Xelîl ra jî bibêje siyasetmedar. Aldar Xelîl kadroyekî PKK ê ye û keseke ku di nava PKK ê de jî xwedan rolek siyasî nebûye. Aldar di pêvajoyên şer de hertim di xebatên cephê şûnde cîh girtîye. Heya şoreşa Rojava, Aldar Xelîl temîrcî bû, di nav PKK ê de radio û telsiz temîr dikir. Navê wî Aldar ê teknîkçî bû. Kesek bû, ku nikaribû di PKK ê de bibe xwedîyê cîhekî. Ew li hawîrdora sîyasî ya ku li Rojava derketiye holê hate rojevê, û her gava ku çend derfetên wî çêdibin ew weke lîstikvanek sîyasî xwe dide pêş. Dê minasib be ku mirov ji wî re bibêje dizê erkê. Dema ku fersendek çêdibe, ew têdikoşe ku vî cihî her û her bi dest xwe bixe. Ev kesatiya Aldar Xelîl e. Blanchot di pirtûka xwe ya bi navê “Biryara Mirinê” de dibêje “Fkir ne ya kesekî bi tenê ye, herçend ku kesek bi tenê jî fikrê bibêje jî, lê ew fikr ne ya wî bi tenê ye” Bê guman, ev ramanên teng, paşdemayî û xweperest ên Aldar Xelîl ne tenê ramanên Aldar Xelîl in. Aldar Xelîl tenê û tenê berdevke. Wekî din, wekî me bi kurtasî qal kirî, ew ne keseke ku bixwe bikare ramanekî destnîşan bike.

PKK li Rojava siyasetek diyar kir. Ew li rojava rolê Polîsê baş û polîsê xirab dilîze. Berpirsekî PKK ê derdikeve û dibêje “hevdîtinên ENKS û PYNK girîng e”, ew rola polîsê baş dilîze. Berpirsekî PKK ê yê din derdikeve û dibêje “Pêşmergê Roj” çete ye ” ev jî rola polîsê xirab dilîze. Ji ber vê yekê li vir Aldar Xelîl rola polîsê xerab dilîze. Bi vî rengî, PKK dixwaze di pirsgirêka Rojava de demî biborîne. Erê, esasê bûyerê ev e: “Ji destpêkê ve, PKK ê civînên ENKS-PYNK ê yên li Rojava ji bo hebûna xwe xeter didît. Stratejî ya dem dirêjkirinê esas girt. Ji bo vê, ew hevdîtinan yek bi yek dirêj dike û polîtîkaya “bila dirêj bibe, bila birize” bi kar tîne. Aldar Xelîl temsîlkarê vê siyasetê yê herî bêqelîte.

Evdila Ocelan got: Min û Hakan Fîdan (serokê MÎT ê) Kobanî rizgar kir.

Bi rastî, gotina Aldar Xelîl “Pêşmergê Roj” çete ne, tê wateya ku “PKK e masa muzakereyê ya di navbera partîyên Kurdî li Rojava hilweşîne”. PKK ji bo tifaq û hêza xwe ya siyasî maseya “tifaqa Kurdî” li Rojava hilweşand. Wekî din, PKK ji her kes û aliyeke din çêtir dizane ku propaganda ya ku ew li ser pêşmergeyên Roj dikin ne raste.

Aldar Xelîl îdîa dike ku “pêşmergeyên Roj û ENKS” bi Tirkiyê re tevgerîyane. “Lê belê, hêza Rojava PYD yekem hêze ku bi Tirkiyê re tevgerîyane. Salih Muslim di sala 2013 an de hate Tirkiyê, kesê yekem bû ku bi rayedarên MIT ê re hevdîtin kir. Di operasyona rizgarkirina Kobanî de, bi hezaran kur û keçên gelê Kurd ber bi eniya şer ve çûn û bi milyonan Kurd yek dil bûn, ji bo rizgarkirina Kobanî lê Evdila Ocelan çi got? Ewî got, “Me Kobanî li vir hat rizgar kirin, min û Hakan Beg (Misteşarê MIT ê Hakan Fidan) bi hev re rizgar kir.” Evdila Ocelan di Civîna Îmralî yê de jî got: “AKP ê çek ji Kobanî re şand, Kobanî li Îmralî yê hat rizgarkirin, ne xwe Kobanî wê di du rojan de biketa”. Ocelan wê demê peyva “Ruhê Eşme” çêkir. Ji ber vê Rojav qala ruhê hevkariyê di navbera Tirkiye û PKK ê de dikir. PKK ê û artêşa Tirk bi hev re tirba Suleyman Şah ji cihê wê guhertibû. Ger “peymana Eşme” cîbecîh biba, niha da ala Tirkiyê ser milê alder Xelîl be. Apo Rojava weke herêmeke ser bi Tirkiya ve di peymana Eşme de qebûl kiribû.  Bi kurtî dema ku Aldar Xelîl digot ENKS bi Tirkan ra ye ew û rêxistina xwe li ser rêka Enqere û nava derîyê MÎT ê bi mehfûrên sor dihatin pêşwazî kirin. rêka Enqere ji ber hatin û çûyînê ji bo PYD ê weke rêka dûnê lê hatibû. Heke Aldar Xelîl bixwaze têkilîyên ENKS ê û Tirkiyê lêkolîn bike bila pêşî pêwendiyên stratejîk yên di navbera tirkiyê û Evdila Ocelan-PKK-PYD û Salih Muslim de lêkolîn bike. Bila dûvçûnê li ser pêwendiyên tarî yên xwe û rêxistina xwe li gel dewleta Tirkiyê de yên di navbera sala 2012-2016an de bike.

Aldar Xelîl û civata wî ji kurdên nerazî re: An hez bikin an jî derkevin

Têkilîyên ku dibêjin Pêşmergeyên Roj ji hêla SADAT, hêza tarî ya dewleta Tirk ve hatine perwerde kirin, sînaryo yeke li ser maseya saziya îstixbarata PKK ê hatîye çêkirin. Xuya ye, îstixbarata PKK telîmatên pêwîst dayîne Aldar Xelîl jî, û ew jî li gorî wan telîmatan tevdigere. Pêşmergeyên Roj hêzeke ku ji hêla Koalîsyona Têkoşîna Hevpar a li dijî DIAŞ ê ve hatîye perwerdekirin û hîn jî perwerde dibe. Ew tevgerek xwedan pêşeng û şehîdin ku di dehan eniyên li Sihêla li dijî terorîstên Heşda Şebî (hevkarên PKK ê), li dijî DIAŞ ê şer kirin e. Hêzeke leşkerî a netewî ye. Li ku derê dijmin hebe, pêşmergeyên roj li wir şer kiriye. Ji bo nebin armanca dewleta Tirk pêşmergeyên Roj zêde na derkevin ser malperên medyayî.

Aldar Xelîl û partîya wî li dijî malbatên Pêşmergeyên Roj ên li Rojava dijîn her cure zextan dikin. Li Rojava ji malbatên ku zarokên wan pêşmergeyên Roj in kar nayê dayîn, û bi malbatên wan re danûstandinên fermî nakin. Li bakûrê Kurdistanê nêzîk bûna tirka bi malbatên gerîla re çi be li rojava nêzîkbûna rêveberiya Xweser jî ji bo malbatên pêşmergeyên Roj ewe. Ango şêwazê rêveberiya Aldar Xelîl û tirka wek heve. Di 2008 de, Recep Tayyip Erdogan li Colemêrgê got, “Me li vî welatî yek al, yek millet, yek welat, yek dewlet heye. Ew kesê vê yekê qebûl nake, bile vî welatî biterikîne”.  Aldar Xelîl, ango PKK jî li Rojava dibêje:” li rojava yek serok heye ew jî Evdila Ocelan e, yek partî heye ew jî PKK ye, yek rastî heye ew jî PYD ye” yên vê yekê qebûl nekin bila ji Rojava derkevin. Bila Aldar Xelîl û aqilmendên wî biborin, lê ne ew û ne jî pîverên tevgera wî nikarin vê çewtîyê bi gelê rojava re bidin qebûlkirin.

Aldar Xelîl dibe ku ne siyasetmedar be, heke ew bi kêmanî pîçek wilatparêz bûya, ewî bi hezaran pêşmergeyên Roj ên ku bi sedan şehîd dane re ne digot “çete”. Ji ber vê yekê Aldar Xelîl ne siyasetmedar, ne wilatparêz, ne jî miroveke ku sînorên xwe dizane. Bi vî awa, bi siyaseta xwe ya pîsatîya qereçî re hewl bide ku herîyê pavêje nirxên Kurdistanê, wê ew herî bi ser û rûyên Aldar Xelîl ve, bizeliqe.

Pustên heman beş