” Wê di dema seroktiya Biden de têkiliyên Amerîka û Tirkiyê xerabtir bin”

" Wê di dema seroktiya Biden de têkiliyên Amerîka û Tirkiyê xerabtir bin"

Nûnerê berê yê Amerîka bo karûbarên Sûriyê James Jeffrey got ku krîza S400an derbeya herî mezin li pêwendiyên Tirkiye û Amerîkayê daye û wê têkiliyên Amerîka û Tirkiyê di serdema serokatiya Joe Biden de hê xerabtir bibin.

Balyozê berê yê Amerîka li Tirkiyeyê û Nûnerê karûbarên Sûriyê James Jeffrey da xuyakirin, “Aliyên berê li Amerîkayê piştevaniya Tirkiyeyê dikirin, ji ber kirîna sîstemên S400 êdî aliyê xwe guhertine.”

Jeffrey gotiye: “Ew di dema Serokatiya Joe Biden de, ji bo pêwendiyên Tirkiye û Amerîkayê ne geşbîn e û di asta herî xirab ya çil salên dawî de ne.”

Jeffrey daye zanîn, “Mijara sîstemên S400 û firokeyên F-35 ji bo Amerîka jiyanî ne û di dîroka pêwendiyên Tirkiye û Amerîkayê de ji vê zêdetir tiştekê ziyan nedaye pêwendiya aliyan.”

Pustên heman beş