Ajansa Reuters ê îro roja yekşemê 17.01.2020an ragihand ku keştîyeke barhilgir a Rûsyayê li hember peravên herêma Bartin li ser Derya Reş jêrav bûye.
Berpirs û mediya herêmî dane zanîn ku laşên du karmendên keştiyê mirî ji ava deryayê hatine deranîn. Waliyê herêma Bartin Sinan Guner jibo ajansa Anadolu ya Tirkiyê gotiye, keştiya barî ya Rûsî, ARVIN li beravên herêma Inkumu jiber nebaşiya rewşa hewayê jêrav bûye.
Walî dibêje, ji hejmara 13 karmendên keştiyê heta niha 5 kes hatine rizgar kirin, lê rasterast sedema jêravbûnê heta niha nehatiye zela kirin. Sinan Guner dibêje “Heta niha, 5 kes hatine rizgar kirin, gemiya rizgarkirinê du laşên mirî deranînen.”
Herwiha Guner dide zanîn ku li jêr mercên xerab yên rewşa hewayê hewildanên rizgar kirinê tên dom kirin, tê texmîn kirin ku dibe kesên mayî di keştiyê de li kuratiya 600-700 metran li jêr ava deryayê bihên dîtin jibo vê mebestê jî keştiyek cengê li wan digere eger ku delîva firînan jî hebe ewê daxwaza firoka helikopter jî bikin.