Fermandarek û 5 leşkerên Iraqê hatin kuştin

Fermandarek û 5 leşkerên Iraqê hatin kuştin

 Li parêzgeha Telafer a Iraqê dema derbasbûna karwana artêşa Iraqê, bombeyeke çandî teqiya.

Wezareta Navxwe ya Iraqê ragihandin ku li Telaferê dema derbasbûna karwana artêşa Iraqê bombeya ku berê hatibû çandin teqiyaye û di encamê de efserek û 3 leşkerên Iraqê hatin kuştin.

Li gorî çavkaniyên medyayî ji herêma teqînê, di teqîna îro de berpirsê Fewca Du ya artêşa Iraqê û pênc leşkerên din hatine kuştin ku du kes ji wan xelkê Mûsilê ne, lê yên din hêj ne nediyare ji kîjan bajarên Iraqê ne.

Pustên heman beş