Amerîkayê nîşanşikênekê YPG ê li Washington desteser kir

Amerîkayê nîşanşikênekê YPG ê li Washington desteser kirAmerîkayê nîşanşikênekê YPG ê li Washington desteser kir

Hêzên ewlekariyê serbazek li Washington bin çav kir ku berê weke nîşaneşkên di rêzên Yekîneyên Parastina Gel YPG ê de, şer kirîye.

Polîsên Filorîda li l 16 vê mehê, serbazê berê yê Amerîkî Danyal Bîker ku li ser dema şerê terora DAÎŞ ê weke nîşaneşikên di rêzên YPG ê de li Rojavayê Kurdistanê şer kir bû, desteser kir.

Danyal Bîker bi cînayeta handana alîgirên Donald Trump serokê Amerîkayê ji bo êrîşa ser baregeha kongirêsê hatîye desteser kirin.

Di vê derbarê de wezareta dad ya Amerîkayê daxuyanî daye û eşkere kir, Danyal Bîker serbazê Amerîkî li sala 2007an ji nava rêzên arteşa Amerîkayê hatîye derxistin, ji ber ku ji erka xwe li Îraqê reviyabû.

Herwiha dest nîşan kir, ew li sala 2017an tevlî rêzên YPG ê bûye û li wir li ser çekê nîşaneşkênê perwerde dîtîye.

Wezareta dad ya Amerîkayê dibêje: yekşemî ya rabûrî, Danyal li sosyal medyayê bangeşe ji bo xwe dikir ku ew weke nîşaneşikên di rêzên YPG ê de şerê DAÎŞ ê û Tirkiyê kirîye û hemwext handana alîgrên Trump ji bo êrîşa ser baregeha kongirêsê kir bû.

Pustên heman beş