Hewleke din a PKK ê ji bo têkbirinê rastî şikestinê hat

Hewleke din a PKK ê ji bo têkbirinê rastî şikestinê hat

Karteke din a rêxistina PKK ê ji bo têkbirina danustendinên Kurdî li Rojava Kurdistanê rastî şkestinê hat, wexta hewl dayn bi rêya daxuyaniyên berpirsên PYD ê danustendinan asteng bike û kêşeyan çêbike, endamekê Encûmna Niştîmanîya Kurdî ENKS ê jî dibêje: “Amerîka li ser peyman û lihevkirinê mukre û ev kart jî di destê PKK ê de şewit”.

Li dema rabûrî Aldar Xelîl serkirdeyê PYD ê li Rojava Kurdistanê, êrîşên narewa li ser Pêşmergeyên Roj kir, karvedanên mezin li pey vê êrîşê hat û çavdêrên siyasî jî pêşbînî kirin ku êrîşên Aldar bandora xwe ya xerap li ser danustendinên Kurdî li Rojava Kurdistanê yên di nêvbera ENKS ê û PYD ê de bike.

Di vê derbarê de, Kawe Ezîzî endamê ENKS ê ragihand ku PKK ê bi vê yêkê hewl daye astengan ji bo danustendinan çêbهke, ji bo vê mebestê jî keseke tundrew ê weke Aldar Xelîl bikaranî, çunke hîna niha ew serkirdeyê PYD ê weke PKK ê û Qendîlê difikire.

Her wiha got: wusa diyare Amerîka li ser pirsa lihevkirina aliyên Kurdî li Rojava Kurdistanê mukre, her di zû de balyozxaneya Amerîkayê li Dîmeşqê tekezî li ser danustendinan û peymanê kir, evê yêkê daxuyaniyên Aldar Xelîl bê buha kir ku vê carê axaftinên wî di nava PYD ê jî de tu pêşwazîyek lê nehat kirin.

Kawe Ezîzî li dawiya daxuyaniyê got: heger bi Qendîlê be, wê rê li ber danustendin û lihevkirinê were girtin, lê belê hebûna Amerîkayê di vê pêvajoyê de ku li ser daxwazîya ENKS ê bû, astengîyeke herî mezin ji bo Qendîlê û PKK ê çêbûye û hewlên wan yên têkbirina danustendinan rastî şkestinê hatine.

Pustên heman beş