Li Başûr derbasî Rojava bûn lê YPG ê ew zindanîkirin

Li Başûr derbasî Rojava bûn lê YPG ê ew zindanîkirin

Sê hemwelatiyên rojava ku weke penaber li Başûrê Kurdistanê jiyan dikir, piştî ji boy ser lêdana xizmên xwe vegerî Rojava, ji hêla hêzên YPG ê ve hatin desteserkirin.

Çavkaniyên Pêgeha Darka Mazî eşkere kirin sê hemwelatiyên kurd ên Rojava Kurdistanê ku li sala 2012an weke penaber derbasî Başûrê Kurdistanê bûbûn piştî 8salan xwest ji boy serlêdana xizim û kesên xwe derbasî rojava bibin lê belê her sê kes ji hêla YPG ê ve hatin desteserkirin û heya niha di zindanê de ne.

Çavkaniyên Pêgeha Darka Mazî eşkere kirin her sê hemwelatiyên bi navê “‘Ebdulkerîm Mehmûd Ûsê – Hemîd Ebdî Şêxo û Dilovan Mihemed Qasim” li roja 7/10/2020an li gundê “‘Elîwka- Nahiya Rebîe” derbasî Rojavayê Kurdistanê bûne lê rasterast ji hêla hêzên YPG ê ve hatîne desteserkirin û ji boy zindanekê li Dêrkê hatîne veguhastin.

Hemwelatî Ebdulkerîm Mehmûd Şêxo şêniyê gundê “Til Temir ê ser bi Hesekê ye” li sala 2012an weke penaber derbasî Başûrê Kurdistanê bûye û li bajarokê Dumîz ê ser bi nahiya Faîde ve nêştecê bûye û wî dukanek ji boy karê guherîna rûnê tirombêla bi navê rûn guherîna Şêxo vekiriye û têde kar kiriye.

Hemîd Ebdî Şêxo, şêniyê gundê “‘Elîwka ê ser bi Rebîe” ye, ew ji Hoza “Mîra” ye û pêşmergeyê ser bi lîwaya Cizîrê ye.

Dilovan Mihemed Qasim, şêniyê gundê “‘Elîwka ê ser bi Rebîe” ye, ji Hoza “Mîra” ye li bajarê Zaxo niştecê bûye.

Herçend tê zanîn ku ev kesane ji hêla YPG ê ve hatîne desteserkirin lê belê heya niha nayê zanîn sedema desteserkirina wan çi bûye û çima hatîne desteserkirin, YPG ê jî çi daxuyanî li ser desteserkirina van hemwelatiyên kurd nedaye.

Ji aliyê xwe ve malbatên van girtiyên di destê YPG ê de daxwaz dikin bi zûtirîn dem ev kesane werin serbestberdan û vegerin nava malbatên xwe, ji berku ew kesên pakijin û tu tawana wan nîne ku bi vî awa werin desteserkirin.

Pustên heman beş