Konsolê Giştî yê Brîtanya li Herêma Kurdistanê James Thornton da xuyakirin ku ew dixwazin rêkeftineke demdirêj li ser pirsa darayî û budceyê di navbera Hewlêr û Bexdayê de bê kirin û got, Brîtanya di gelek waran de hevahengiyê bi Herêma Kurdistanê re dike.
Konsolê Giştî yê Brîtanya li Herêma Kurdistanê James Thornton ji K24ê re ragihandiye: “Em wek dostekî Herêma Kurdistanê, em dixwazin rêkeftineke hevseng di navbera Hewlêr û Bexdayê de bê kirin, bi taybet li ser pirsa darayî. Em vê pirsê her dem bi berpirsên Iraqê re behs dikin, li vir jî Hikûmeta Herêma Kurdistanê han dide ji bo rêkeftinê ligel Bexdayê bike. Niha ku projeyasaya budceyê ji bo Parlamentoya Iraqê hatiye şandin, em hêvîdarin aliyên siyasî vê projeyasayê pesend bikin.”
James Thornton dibêje; “Em di gelek waran de hevahengiyê bi Herêma Kurdistanê re dikin, yek ji wan bernameya çaksaziyê di nava Wezareta Pêşmerge de ye, em hewl didin hemû hêzên Pêşmerge di bin navê Wezareta Pêşmerge de kom bibin.”