Amerîka 4 daxwazîyan ji HSD ê dike

Amerîka 4 daxwazîyan ji HSD ê dike

Wîlayetên Yekbûyî yên Amerîkayê, 4 mercan ji bo Hêzên Suraya Demokratîk dest nîşan dike û jêre dibêje berî Baydin were koçka sipî, pêwîste ev merc werin cî bi cî kirin.

Elî Temê Endamê komîta peywendiyên derve yê nûneratya Kobanî ya Encûmena Nîştîmanî Kurdî li Sûriyê ENKS ê ji bo pêgeha Sûrya Nêt gotîye: Amerîkayê ji HSD ê xwestîye 4 mercan ji berî dest bi karbûna Co Baydin cî bi cî bike, yekem merc lihevkirina li gel Encûmena Nîştîmanî Kurdî ye li Sûriyê, piştre çêkirina pêwendîya bi Êtêlafa Sûrî re.

Her wiha dest nîşan kir, Amerîkayê bi HSD ê gotîye ku pêwîste hûn aloziyên li gel Tirkiyê hinekî kêm bikin û dawî merc jî xwestîye petrola li jêrê destê HSD ê ji bo navçeyên rejîma Sûriyê neyê şandin.

Endamê komîta peywendiyên derve yê ENKS ê amaje kir ku amerîkayê li rojên rabûrî ev 4 merc ji bo HSD ê diyar kirine û jê xwest bû berya dest bi kar bûna Co Baydin pêwîste werin cî bi cî kirin.

Hêjay gotinê ye, nûnerê berê yê Amerîkayê li Sûriyê, Cêmis Cêfrî li 24 meha rabûrî, HSD e ji 4 şaşîyan hişyar kirbû û gotibû heger HSD e pêwendîya li gel rêxistina PKK ê qut neke, dê ev yek bibe sedema ji nav birina wê.

Cêfrî ev yêk di gotarekê de li navenda lêkolînê ya Wêlson li Waşingtonê ku ew nhia serokê bernameya Asyaya rojavaye li wê derê, gotibû.

Pustên heman beş