Komeke çekdaran îro bi narincok û gulleyan êrşî ser ofîsa xwecihîya Encûmena Niştîmanîya Kurdî li Sûriyê ENKS ê ya Kobaniyê kir.
Hat ragihandin ku îro roja sêşemî 19/1/2021an, çend kesên çekdar li Kobanî êrîşeke çekdarî birine ser ofîsa xwecihîya Encûmena Nîştîmanî Kurdî li Sûriyê ENKS ê.
Êrîşkeran 2 narincok avêtine nava ofîsê û gulle bi ser ofîsê û ala Kurdistanê de berdan û ziyanên maddî gihîştin ofîsê.
Hêjay gotinê ye, êrîşên ser baregehên partiyên di nava ENKS ê de ji tebaxa sala rabûrî ji hêla rêxistina PKK ê ve dest pê kirine, rêxistina PKK ê van êrîşan bi rêya girûpa bi navê Ciwanên Şoreşger pêk tîne û amanc jê xerab kirina danustendinên yekrêzîya Kurdî – Kurdî li Rojavayê Kurdistanê.