Li parêzgeha Ûrmiyê ya Rojhilatê Kurdistanê, aşût bi ser komek kolber de hat û 5 kesan can dan.
Li gor malpera mafên mirova ya Hengawê diyar kiriye, şeva borî li ser sînorê Bakur û Rojhilat li parêzgeha Ûrmiyê, aşût bi ser komek kolber de ket.
Agahî destnîşan dikin, di wê rûdanê de 5 kolberan can dane, lê heta niha termên wan nehatine dîtin.
Tê gotin, kolber li aliyê Bakur can dane, ji ber wê jî hêzên Tirkiyê nahêlin malbat û mirovên wan li dû wan biçin.
Tevahiya kolberên ku can dane, xelkê gundê Kuran yê Ûrmiyê ne û navên wan jî wiha ye:
Ewlayî Xudayî, Firat Xudayî, Metîn Eslanî, Belên Ehmedî û Yawer Eslanî.