Hejmara çalakvanên ku di rojên derbasbûyî de li Rojhilatê Kurdistanê hatine desteserkirin gehişte 35 kesan. Li gor rêxistinên mafên mirov ên Rojhilatê Kurdistanê ti zanyariyek derbarê çarenivîsa wan de nîne.
Rêxistna Hengaw ya mafên mirovan belav kirîye, duh roja duşemî 18/1/2021an welatiyekî din bi navê Ferdîn Edwayî xelkê gundê Silênê ser bi bajarê Sewlawa li parêzgeha Sine ji aliyê hêzên ewlekariyê yên Îranê ve hat desteserkirin.
Li gor raporta Hengaw a Mafên Mirov, ew welatî bi tohmeta hevkariya ligel yek ji partiyên Rojhilatê Kurdistanê hatiye desteserkirin.
Li gor wê raportê, ji wan 35 kesên ku hatine girtin, tenê 3 kes hatine azadkirin. Ji wan girtina 5 kes çalakvanên jin ên Rojhilatê Kurdistanê bûn. Ew hemû çalakvan li ser çalakiyên sivîl û kulturî hatine desteserkirin.
Ew çalakvan li bajarên Mehabad, Bane, Nexede, Merîwan, Rebat, Sewlawa, Bokan, Sine, Tehran û Kerec desteserkirî ne.
Ji roja heştê vê mehê ve pêleke desteserkirin û girtina çalakvan û xwandekarên Kurd li bajarên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê dest pê kiriye.