Li Idlibê dubendiyên navbera hêzên Rûs û Tirk berdewam dikin. Herî dawî hêzên Rûsyayê xaleke leşkerî li hember xala hêzên Tirk li Seraqibê ava kir ku ew xal jî 50 metre dûrî cihê hêzên rejîma Sûriyê ye.
Çavdêriya Mafên Mirovan li Sûriyê (SOHR) ragihand ku hêzên Rûsyayê endamên hêzên rejîmê ji wê deverê dûr xistin da ku di navbera wan û çekdarên girêdayî Tirkiyê de şer çênebe û hêzên Tirk jî çekdarên xwe ji heman devera xala rûsî hat avakirin hatin dûrxistin.
Hêjayî bibîrxistinê ye, du roj berê jî artêşa Tirkiyê xaleke leşkerî nêzî gundê Afis ê li bakurê bajarê Seraqibê ku di bin kontrola hêzên Şamê de ye ava kiribû.
Li gorî zanyariyên SOHRê ew xala 65an a artêşa Tirk e ku li herêma bêçek hatiye avakirin.