Şîe û Caşên Başûr hewil didin Mesrûr Barzanî mehkeme bikin
Partîya Dewe a Erebên şî’e û “Caş parlementerên Kurd” dixwazin Serokê Hikûmeta Başûrê Kurdistanê, li parlemena Îraqê amade bibe, ev pîlan ji hêla Komara Îslamîya Îranê ve piştgiryê distîne.
Çavkaniyên pêgeha Darka Mazî, li Başûrê Kurdistanê hinek agahiyên taybet bi dest xistine ku koalîsyona dewleta Yasa a ser bi partîya De’we, bi seroktîya Nûrî Al-Malikî û bi alîkariya caş parlementerên kurd, ketine nava hewlên mezin de ji bo ku Mesrûr Barzanî Serokê Hikûmeta Başûrê Kurdistanê, ji boy parlemena Îraqê were daxwazkirin.
Li gor agahiyên di destê me de, kesê ku serkêşiya vê pêvajoyê dike, parlementerê koalîsyona dewleta Yasa ê bi navê “Ebdulhadî Se’dawî” ye, ev parlementer ji roja 21 meha 11 ya sala 2020an, hewla kom kirina îmzeyan dide ji bo ku Mesrûr Barzanî, ji bo parlemena Îraqê were daxwazkirin û li wir amade bibe.
Çavkaniyên pêgeha me eşkere kirine, partîya De’we bi alîkariya caş parlementerên Kurd û kesatî û parlementerên ku bi antî kurd tên nas kirin, vê xebatê didin meşandin, piştî ku telîmat ji hêla Îranê ve ji wan re hatine şandin.
Ebdulhadî Se’dawî kî ye?
Navê wî, Ebdulhadî Muhan Ebdulla Îsma’îl el Se’dawî ye
Ji dayik bûye sala 1974an e li Parêzgehîya Zîqar
Bakalorya bi yasayê ji zanîngeha Besra heye
Li sala 2004 heya 2009an bûye endamê encûmena parêzgehê û weke serokê encûmenê hatîye hilbijartin.
Di dawî hilbijartinên Îraqê de, 6911 deng bi dest xist bûn.
Têkilîyên herî baş li gel her yek ji “Tarq Necim Ebdulla” rêveberê berê yê ofîsa Nûrî Malikî, “Ferhûd Şe’lan Silêman” nasyar bi “Ferhûd Al Şe’lan” ku Serokê Hoza Al-Bu Zeyd e, li parêzgehîya Zîqarê hene.
Birayê wî yê bi navê “Ebdulla” Serokê Hoza “bo Seid” Al Sedawî ye.
Karên xwe bi awayekî nihênî birêve dibe û wî tu bawerî bi wezîfedarên parlemena Îraqê nîne, û sercem karên xwe ji ofîsa xwe ya taybet li nava mala xwe ya li Bexdayê dimeşîne.
7 caran li sala 2011 û 2012 serdana dewleta Kuwêtê kirîye û li 31/8/2019 heya 3/9/2019an careke din sefera vê dewletê kirîye.
Ebdullhadî Sedawî parlementerê şî’e bi daxuyaniyên xwe yên dijî Başûrê Kurdistanê tê nas kirin, tişta ecêb eve ku ev parlementer derçûyê beşa yasaye li zanîngeha Besra, lê belê wiha diyare ew tu tiştekê ji yasa û destûra Îraqê fêm nake, ji ber ku destûra Îraqê rê nade serok wezîrê Herêmê ji boy parlamentoyê were vexwendin ku di wî parlemenê de nehatbe hilbijartin.
Hêjayî gotinê ye, ev hewla şî’eyên nêzî Îranê li Bexdayê, paş şikestina pîlanên yek li pey yek yên li dijî Başûrê Kurdistanê tê ku li sala rabûrî 2020an hatine meşandin.
Îranê li sala rabûrî bi rêya rêxistina PKK ê, Yekîtîya Niştîmanî ya Kurdistanê li başûr, her wiha bi rêya partîya De’we û partîyên şî’e yên nêzî xwe, çendîn pîlan li dijî Başûrê Kurdistanê dane meşandin, mînak teqandina boriya veguhastina Petrola Kurdistanê ji hêla PKK ê ve, pejirandina qanûna qerkirinê bêy ku mafên başûr bikevin têde, êrîşa ser baregehên PDK ê û şewitandina ala Kurdistanê li navenda Bexdayê, piştre hewlên komkirina îmzayan ji bal Caş parlementerên ku Îranê bi rêya partîyên Şî’e piştgirî pêre dida yên ji bo ku mûçeya wezîfedarên başûr raste rast ji Bexdayê were şandin, ev hemû hewl ji bo yek amancê dihatin meşandin, ew jî lawaz kirina pêgeha Hikûmeta Başûr bi awayekî wiha ku vê hikûmetê li ber çavên gel reş bikin.
Îranê ji bo vê yekê ti peymanek bi Malikî û Caşên kurd daye
Komara îslamî ya Îranê, li salên berê li himber lawaz kirina pêkhateya Sinne li Îraqê soz dabûn Malikî ku wî weke serok wezîr wezîfedar bikin, loma partîya De’we ku Malikî rêberatîya wê dike, ji serdema girtina wê bo desthilatê, cengeke tund li dijî pêkhateya Sinne dest pê kir, rêberên Sinne yek bi yek bi cînayetên cuda hatin hedef kirin û ji desthilatê dûrxistin û evê partiyê hinek rêberên din li ciyê wan çêkirin ku ji hêla gelê Sinne ve ne dihatin ecibandin, evê siyaseta Nûrî Malikî bandoreka xerab li hejmara kursiyên pêkhateya Sinne li parlemena Îraqê kir û bo sedem ku hejmara kursiyên vê pêkhateyê ji boy 90 kursiyan dakevin.
Partîya De’we paş nemana Malikî di desthilatê de jî ev siyaseta xwe li dijî pêkhateya Sinne domand û heya hilbijartinên dawiyê jî ku koalîsyonên Sinne li ser dû balên şî’e dabeş kirin, beşek jê xwe dane digel hêza bi navê “Îslah û Î’mar” ku ji koalîsyonên Saîrûn, Hikme, Weteniye û Nesir pêk dihat û beşek jê xwe dane di gel hêza bi navê “Bîna” ku koalîsyonên Fetih û dewleta Yasa li xwe digirt, wate hêza Sinne li ser dû hêzên şî’e dabeş kirin, niha jî caş parlementerên kurd dixwazin heman senaryo yê li ser Başûrê Kurdistanê cî bi cî bikin.
Ji boy vê carê jî Îranê soz bi Nûrî Malikî daye li himber lawaz kirina pêgeha Başûrê Kurdistanê careke din piştgiryê bi wî bidin ji bo Serok Wezîriyê, û ji bo cî bi cî kirina vê pîlanê Nûrî Malikî bi alîkariya Caş parlementerên kurd ketîye di eniya dijî Başûrê Kurdistanê de û êdî bi eşkere dijatîya xwe îlan dike.
Li derbara caş parlementerên kurd jî, Îranê bi rêya partîyên şî’e yên Îraqê, soz bi wan daye ku li himber tê ketina wan di eniya dijî kurdistanê de, post û pereyên zor di hikûmeta bihêt ya Îraqê de bi wan bide.
Malikî pereyên mûçeyên wezîfedarên Başûr Kurdistanê jibo Îranê dişandin
Ev jî belgeyeke ku Nûrî Malikî Serok Wezîrê Berê yê Îraqê, alîkariyên darayî bi bihayê 116 milyar dolaran dane Îranê jibo ku Îran bikare cezayên abûrî yên Emerîkayê li ser xwe sivik bike.
Li gor vê dukomênte ev pereyên li sala 2014an bi Îranê hatîye dayîn heman sale ku mûçeyên wezîfedarên Herêma Başûrê Kurdistanê têde hatine qut kirin.