Roja ku PKK e hatiye damezrandin heya niha PKK e xwe weke çavkaniya pêdana kimlîka netewî dide nasandin, ji bilî wan kesên ku ew bi kurd dihesibîne tu kesek din maf nîne xwe bi kurd bizane û bibêje ez kurd im, ji dervey aydolojiya PKK ê nabe tu kes û aliyek bibêje ez wilatparêzim, ez kurdperwer û niştimanperwer im, belê ev hizir û ramanên PKK ê ne ji boy pêdana kimlîka netewî bi her kesekî.
Hizra dana vê kimlîkêjî ji bo serdema desthilatdariya Dêrê li ser wilatên Ewropa vedigere, dema desthilat di destên Dêr ê de zelamên Olî yên Mesîhî bazar li ser erdê buhiştê û pakijkirina mirovan ji gunehan dikir, navê vê bazirganya olî bi “karta bê gunehiyê” dihate naskirin, ev karte ji aliyê zelamên Olî yên mesîhî li himber lêxweşbûn ji gunehên wan gunehkaran bi kujmekê pere dihatin firoştin. Gunehkaran pere dida û Dêrê jî kartek li beranber pereyê wan bi wan dida ji bo jê birina guneha wan li cem xwedayê mezin. Tevî vê yekê li wê serdemê erdê buhiştê jî dihate firoştin û her kesekê xwestiba parçeyek Erdî li buhiştê bi dest xwe ve bîne da biçe Dêr ê û parçeyek erdî ji xwe re bikire û pereyê xwe bide û Dêr jî da tapoya erdê buhiştê bi wî bide!
PKK ê jî heman karî her ji sala 1976an heya niha li Bakurê Kurdistanê û li Ewropayê bi navê pêdana kimlîka neteweyî bûnê û pêdana kimlîka caşatiyê encam dide. Şert û mercên pêdana kimlîka netewî li cem PKK ê eve ku tu bibî yek ji rêxistinên wan û li gor armancên wan tev bigerî, li ser kesekê jî ku dixwaze bibe endamekê PKK ê pêdivîye:
1- Yan bibe gerîla û biçe çiya daku canê xu ji dest bide.
2- Yan li hemû xwepêşandana slogan û wêneyê Ebdulla Ocelan blind bike û bi sîngê xwe ve biike û li nav mala xwe li jûra mêhvana dane.
3- Yan kesê dixwaze bibe endam pêdivîye bacê bide PKK ê.
4-Çep û Rast Partên Kurdistanî rexne bikî.
Li ser van çar mercan ev çendîn salin çalakiyên xwe bi rêve dibin û berdewamiyê pê didin.
Mercên pêdana kimlîka caşatiyê li cem rêxistina PKK ê jî evin:
1- Tu di nava her rêxistineke din a Kurdî yan Kurdistanî de bî li wê demê tu ajan û caşî.
2- Ger tu rêberê PKK yan curê xebata PKK rexne bikî dîsa tu caşî .
3-Baskrin li kurdistana azad û hezkirin ji al û serok û rêberên kurdan dîsa diçe xana caşatiyê.
4-Ji bilî Tirkiyê her dewleteke din weke dujmin mêze bikî dîsa tu caşî.
5- Ne bi tenê APO rexne kirin, belku xwe rexne girtin ji biçûktirîn qadroyê PKK ê bese ku kimlîka caşatiyê bi te were dayîn.
Li ser vê bingehê PKK e bûye taşarona pêdana kimlîkên netewebûn û caşatiyê. Ji ber vê yekê jî ger lênêreîneke bilez liser dîroka PKK ê bikîn dê ji me re diyar be ka PKK ê çi qas bandor li mirovên netewî û demokrasî û civakî kiriye, bi vî awayê xwarê :
1- Yan di nava civakî de tê rîswakirin, mîna gelek hunermend û nivêser û rewşenbîr û kurd perwer û kesên berniyas ên civakî.
2- Yan kuştiye û jiyana wî bi dawî aniye .
3- Yan ceza kirine û keç û kurên wan bi darê zorê jê standine û kirîne gerîla .
3- Yan mal û erdê wan şewitandine û neçar kirîne ji gundên xwe yan bajêrên kurdî koçber bibin ji bo bajarên Tirkiyê.
4- Hejmarek herî zêde a hunermend û rewşenbîran ji ber givaş û gef û zordariya PKK ê dest ji hunerê xwe yan nivêsên xwe yan xebata xwe kişandine, hunermend heye dema li nav rêxistina PKK ê de û beşdarî ahengekî bûba zêdetir ji milyon kesan li Bakur di ahengê de hazir dibûn, lê dema heman hunermend dest ji PKK ê kişandî û çalakiyek din encam day, jimara kesên amade bûyî nedigihîşt 10 kesa, ew jî ne jiberku hunermend yê xwedî şiyan nebû yan alîgirên xwe nebû belku PKK ê ew karê heqîr di derheqa hunermendî de dikir, di encam da hunermend neçar dibû yan bi serbilindî dest ji hunerê xwe berde û dawyê bi jîyana xwe ya hunerî bîne, yanjî bi serşorî vegere nava PKK ê da û xwe rexne bike û xwe bê rêz bike û xwe bigihîne asta sifrê, taku serkirdayetiya PKK ê ji wan qebûl bike û jîyana xwe ya hunerî berdewam bike.
Li Ewropayê kesek weke Martin Loser peyda bû û di bernama xwe ya çaksazî ya olî de rojekê seredana Dêrê dike û daxwazê ji Dêrê dike li şûna parçeyek ji erdê buhiştê, hemû erdê cehenemê bi wî bifroşin! Bi vê daxwazê her kesek heyirî dimîne, çewa dibe kesek cehenemê ji boy xwe bikire! Her çawa be karî hemû erdê cehenemê ji xwe re bikire, dema li Dêrê dikeve ji xelkê re got min erdê cehenemê hemû ji xwe re kirîye, êdî pêdvî nake hûn kes erdê buhiştê bi buhayeke giran bikirin, jiberku min cehenem hemû ji xwe re kirî û hûn çi bikin ez rê nadim yek ji we were cehenemê! Li Ewropayê martin loser peyda bû û xelk hişyar kir û teşqeleyên Dêrê eşkere kirin, gelo li Kurdistanê kî dê bi vî rolî rabe û rastîya PKK ê weke heyî, weke bûye dardesta di destê dewletên dagirker de nîşanî kurdan bide?!
Simo Mehmûd
Berlin 21/1/2021