Balefirên cengê yên dewleta Tirkiyê îro careke din êrîşê PKK ê li Başûrê Kurdistanê kir û ji ber ku rêxistinê liv û tevgerên çekdarên xwe xistine nêzî gundan, 3 kesên sivîl birîndar ketin.
Çavkaniyên pêgeha Darka Mazî li Başûrê Kurdistanê eşkere kir, îro roja înî 22/1/2021an, balefirên dewleta Tirkiyê êrîşê nuqteyeke rêxistna PKK ê li gundê bi navê “Girî” yê girêday navçeya Çemankê sînorê parêzgehiya Dihokê kir û zirarên canî pêre xistine.
Dest nîşan kir, ev êrîş 300 metroyan dûrî navenda gund çêbûye û bi wê sedemê 3 welatiyên gundê navbûrî bi navê, “S. Ş .Z, M.S, Î.M” bi sivkî birîndar bûne.
Li gor agahiyên destê me, balefirên Tirkiyê 3 roket li wê nuqteya PKK ê xistine, her çend ku agahî li derbara zirarên PKK ê nîne, lê belê tê texmîn kirin ku tev çekdarên di wê nuqteyê de hatibine kuştin.
Rêxistina PKK ê her ku diçe liv û tevgerên çekdarên xwe têxe nava gund û nêzî bajarokan û bi vê sedemê ev ne cara yekemîne zirarên êrîşên hewayî yên dewleta Tirkiyê bi gelê sivîlê gundan dikevin, PKK e vê yekê bi enqest dike ji bo ku ev gund werin valakirin û bibin meydana şer.