“Em îznê nadin mirov birçî bimînin. Em ne ev in.”

“Em îznê nadin mirov birçî bimînin. Em ne ev in.”

Li Amerîkayê li dor 30 mîlyon kes bi birçîbûnê re rû bi rû ne. Bo halxweşkirina hinek xelkê Amerîkayê, serokê nû yê Amerîkayî Joe Biden du biryarname îmze kir û got:

“Em îznê nadin mirov birçî bimînin. Em ne ev in.”

Joe Biden bo kesên birçî û feqîr du biryarname îmze kir. Biryarname wê feqîran hinek ji pandemiyê biparêze û hinek pere bikeve berîkên wan. Ji ber feqîrî û bêxidayî pandemiyê zêdetir dike.

Biden, yek ji wan biryarnameyan roja înê îmze kir ku dê alîkariya xidayê bo feqîrane û çekên teşwîqane ku çarçoveya wan firehtir dike. Biryarnameya duyê bo karkerên federal yên bi peymanin ku niha serê sietê 10,95 dolar distînin. Biden miqdarê sietê herî kêm derxist 15 dolaran. Biden weha got:

“Em îznê nadin ku mirov birçî bimînin. Mirovên ku nikarin tiştekî bi serê xwe bikin, em îznê nadin ku ji malên xwe bên derxistin. Em nikarin temaşe bikin ku mirov karên xwe wenda bikin. Divê em niha bikevin nav tevgerê.”

Biden, berya dest bi wezîfa xwe bike Ragihandibû ku wê paketa rizgarkirina Amerîkayê ya bi 1,9 trîlyon dolarî bixe dewrê û hûrahiya wê ragihandibû.

Pustên heman beş