Piştî ku li Colemêrgê li 12 herêman bi navê «Herêmên taybet ên ewlekariyê» ji bo salekê qedexe hat ragihandin, li bajarê Şirnexê yê Bakurê Kurdistanê jî ji bo 15 herêman qedexeya salekê hat ragihandin.
Parêzgariya Şirnexê bi daxuyaniyekê ragihand ku li seranserê bajar li 15 herêman heta salekê qedexe ji bo çûnûhatina sivîlan hatiye ragihandin.
Parêzgariya Şirnexê 15 herêmên girêdayî navend û navçeyên Silopiya, Cizîr, Basa, Qileban û Elkê heta dawiya salê weke «Herêma ewlehiya taybet a demkî» ragihand û ji çûnûhatina sivîlan re qedexe kir.
Di daxuyaniyê de ji welatiyan hatiye xwestin, bêyî destûrê neçin herêmên ku ji bo operasyonên leşkerî hatine qedexekirin.