PKK ê 7 Gerîla li Başûrê welat jidestdan

PKK ê 7 Gerîla li Başûrê welat jidestdan

Rêxistina PKK ê di 48 saetên derbasbûyî de, herî kêm 7 Gerîlayên xwe li herêmên Başûrê Kurdistanê ji dest dane, her 7 gerîla bi êrîşên hewayî hatine hedef kirin.

Hat raghandin ku di êrîşên balefirên cengê yên dewleta Tirkiyê ku ji 22 vê mehê ve li herêmên Gare û Xwakurkî yên Başûrê Kurdistanê hatine encam dayîn, herî kêm 7 Gerîlayên PKK ê hatine kuştin.

Di êrîşa Garey de, balefiran liv û tevgerên çekdarên PKK ê hedef kirin û di encamê de, 4 çekdarên PKK ê hatin kuştin.

Hemwext li heman rojê li herêma Xwakurkî, 3 çekdarên PKK ê ketine ber roketên balefiran û jiyana xwe ji dest dane.

Medyaya HPG ê tu agahî li derbara ji dest dayîna van çekdarên xwe parvenekirine.

Pustên heman beş