HPG ê balê leşkirî yê rêxistina PKK ê îro nasnameya dû Gerîlayan ragihand ku bi destê eskerên Tirk hatine kuştin, yek jê bi navê Axîne û ji wêneyên wê xweya dike ku hêjan di temena zaroktiyê de ye.
Navenda medya û ragihandina HPG ê îro roja yekşemî 24/1/2021an, daxuyanîyek parvekir û têde nasnameya dû Gerîlayan îlan kir ku bi destê eskerên Tirk hatine kuştin, HPG ê weke hertim nav û pêzanînên tam li ser van dû Gerîlayan eşkere kirine, lê belê tu amaje bi temena wan nekir ji bo ku cînayeta revandina û çekdar kirina zarokên Kurd li ser neyê tesbît kirin.
Yek ji wan Gerîlayên ku HPGê îro nasnameya wan îfşa kirî, bi navê Gulîzar Gur bi kodnavê Axîn Feraşîne, xelka Wanê ye, rêxistina PKK ê ew li 24 mijdara 2016an li Başûrê Kurdistanê bi destê eskerên Tirk bi kuştin daye.
Ji wêneyên Axînê xweya dibe, ku ew hêjan ew di temena zaroktiyê de ye, her wiha li gor daxuyanîya HPG ê, Axîn li 2016an şehîd ketîye, lê belê ji nûve û paş derbasbûna 5 salan PKK e hatîye û dibêje em wan bi rêzdarî li bîr tînîn.
HPGê gotîye: Axîn mîlîtaneke Apoçî a diyar bû, wê enerjîya xwe ji aydolojîya Apo werdgirt!.
Hêjay gotinê ye, rêxistina PKK ê ji boy çêkirina şervanan pişt bestinê li ser revandina zarok û ciwanên Kurd ji her çar perçeyên Kurdistanê dike, ev yêk jî ji hêla rêxistinên mafên zarokan û mafên mirovan yên navneteweyî hatîye tesbît kirin.