Îsrail balyozxaneya xwe li vî wilatê erebî vedike

Îsrail balyozxaneya xwe li vî wilatê erebî vedike

Îsrail li Emîratên Erebî balyozxaneya xwe vedike. Wezereta derve ya Îsrail da xuyakirin ku, wan niha ji bo demikî ofisek vekirine û dê demek nêz de bikevin avahiya xwe. Dê diplomatê xwedî tecrûbe Eitan Na eh wek serokê vê misyonê bê erkdar.

Wezirê derve yê Îsrailê Gabi Ashkenaz, di vê derbarê de dibêje: Pêwendiyên me li gel Emiratên Erebî başin û bi vekirina balyozxaneyê, dê gelek pêşvetir herin. Wek din Emiratên Erebî jî xwe amade dike ku li Tel Aviv balyozxaneya xwe veke.

Qewle ku nêzik li Misrê, Urdinê û Bahreyn jî balyozxaneyên Îsrail bêne vekirin.Ev pêwendiya di nava van welatên Ereba û Îsrail de bi pêşengiya Trump hatin danîn.

Pustên heman beş