Teqîneke bihêz îro li navenda bajarokê Girê Sipî yê Rojava Kurdistanê çêbû, pêtirî 10 kesan tên kuştin û birîndar kirin.
Îro roja sêşemî 26/1/2021an, teqîneke bihêz li navenda bajarokê Girê Sipê yê Rojava Kurdistanê çêbû û bi wê sedemê 3 kesan can da û 7 kesên din birîndar ketine.
Teqîn li bazarekê nêzî rêbenda şaredarîya bajêr çêbûye û ji ber vê sedemê zirarên canî yên mezin li paş xwe hiştin.
Agahî hêjan li derbara curê teqînê tunene, kanê bi kemera TNT kirî yan bi bombeke veday pêkhatîye.
Ev teqîn paş bûyera 7 vê mehê ya kuştina fermandarekê komên çekdarên girêday Tirkiyê li Girê Sipî tê, hem dem teqîna 6 mehê ya Serê Kaniyê tê ewa 5 çete têde hatîne hedef kirin.